CRA: Em êrîşên polîsan ên li dijî rojnamevanan şermezar dikin

Civata Rojnamevanên Azad (CRA) diyar kir ku binpêkirina mafê xebatkarên çapemeniya azad, zêde bûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya CRA de hat gotin, "Di dema dawî de êrîşên li hemberî rojnamevanên li herêmê nûçeyan dişopînin, zêde bûn. Herî dawî li Erdîş, Amed û Nisebînê rojnamevanên DÎHA, JINHA û malpera herêmî ya Nisêbînê rastî zexta polîsan hatin."

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Li navçeya Wan Erdîşê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Cizîrê, esnafan dikanên xwe venekirin. Nûçegihana JINHA Vîldan Atmaca ya nûçe dişopand, ji ber astengiya polîsan nekarî dîmenan bikişîne. Polîsan heqaret lê kirin û hewl dan dest deyne ser kameraya wê.

Nûçegihanên DÎHA'yê Rûken Demîr û Esra Aydin ên rewşa welatiyên di pevçûnên li Cizîr, Silopiya û Farqînê de dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û nasnameyên wan di kontrola GBT de hatin derbaskirin.

Nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal Guldem û nûçegihanê malpera Nisêbîn.com Zekî Karakûş ên meşa li taxên Nisêbînê dişopandin, rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hatin."

Civata Rojnamevanên Azad êrîş û astengiyên li hemberî rojnamevanan şermezar kir.