Parêzer: Em ê biçin Cizîrê û lêkolînan bikin

Heyeta ji hiqûqnasan a dixwaze ji Mîdyatê biçe Cizîrê, rastî astengiyan tê. Endamên heyetê yên bi kincê xwe yê parêzeriyê dimeşe, pêşî li wan hat girtin.

Heyeta ji hiqûqnasan a dixwaze ji Mîdyatê biçe Cizîrê, rastî astengiyan tê. Endamên heyetê yên bi kincê xwe yê parêzeriyê dimeşe, pêşî li wan hat girtin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li vir daxuyaniyek da û got, "Ya ku hûn li vir dikin, cihê xwe di mirovahiyê de nîne. Em dixwazin ya li Cizîrê hatiye kirin bibînin, lêkolîn bikin. Lê hûn astengiyê derdixînin pêşiya me. Lê em ê ji sedî sed biçin Cizîrê û lêkolînan bikin."

Piştî daxuyaniyê parêzerên ku wekîlên HDP'yî jî di nava wan de hene, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.