Heyeta ESP’ê cara 3. ber bi Hezexê ve diçe

Heyeta ESP’ê ya ji bo Cizîrê ket rê, li Midyadê hat rawestandin, ji bo bigihêje Hezexê cara sêyemîn ket rê.

Dewleta Tirk a bi rojane Cizîr dorpêç kiriye komkujiyan pêk tîne, qada dorpêçê berfireh kir. Polîs û leşkerên Tirk ku pêr destûr dida çûna Hezexê, ji duh şev ve çûna ji navçeya Midyad a Mêrdînê asteng dikin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Stenbolê Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya ESP’ê Sûltan Ûlûsoy û Alîkara Seroka Giştî Fethiye Ok ji bo Cizîrê ketin rê.

Rêveberên HDP û ESP’ê dema hatin navçeya Midyad a Mêrdînê hatin rawestandin. Polîsan gotin ku wê destûrê nedin çûna Hezexê.

Piştî nîqaşên dirêj polîsan destûr dan Yuksekdag, şêwirmend Olcay Çelîk û Temellî, lê heyeta ESP’ê hat astengkirin. Polîsan destûr nedan Seroka Giştî ya ESP’ê Sûltan Ûlûsoy û Alîkara Seroka Giştî Fethiye Ok.

Heyeta ESP’ê ya saetên nîvro jî careke din ketin rê, dema 20 kîlometre ji Hezexê re ma bi barîkatan hatin rawestandin. Piştî nîqaşên dirêj heyet careke din vegeriya Midyadê.

Seroka Giştî ya ESP’ê  Sûltan Ûlûsoy got, "Ji bo em bigihêjin Hezexê cara sêyemîn em ketin rê. Vê carê hat gotin ku wê destûr bê dayîn. Em niha di rê de ne.”