Wesayîta cebilxane ji çeteyan re dibir hat îmhakirin
Li Şengalê, qemyoneta cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê re dibir ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve hat îmhakirin.
Li Şengalê, qemyoneta cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê re dibir ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve hat îmhakirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê çelakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariyê got, "Roja 10'ê Îlonê saet di navbera 16:00-18:00 de qemyonetek ji çeteyên DAIŞ'ê re cebilxane dibir, dema ji Tileferê dihat Şengalê ji aliyê hêzên me ve bi derbên çekên giran, bi temamî hat îmhakirin."
YBŞ'ê diyar kir ku roja 10'ê Îlonê saet di navbera 18:00-19:00 de, balafirên hêzên koalîsyonê 3 caran li çeteyên DAIŞ'ê yên li taxa Sîttî Zeynep bi cih bûbûn, xistin.