MŞD' banga xwedîderketina li Cizîrê kir

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê komkujiyên dewleta Tirk ên li Cizîrê şermezar kir û bang li Êzidiyan kir ku xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê komkujiyên dewleta Tirk ên li Cizîrê şermezar kir û bang li Êzidiyan kir ku xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Cizîr di nava xeleka agir de ye" de bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a bi rojane li gelê Cizîrê dike û diyar kri ku ew bi tirs û fikar in, dewleta Tirk li Cizîrê komkujiyeke mezin kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji ber ku di hilbijartinan de 400 wekîl bi dest nexist kîn û nefreta xwe bi kuştin û qetilkirina gelê Kurd nîşan dide û hat gotin, "Ne tu ew Erdogan e te digot, 'rejîma Sûriyeyê gelê xwe dikuje, qetlîamê dike. Ji ber vê me li hember rejîma Sûriyeyê şer îlan kiriye'. Eger Erdogan biçe ber eynikê û li xwe binêre, dibe ku rûreşiya xwe bibîne."

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê da xuyakirin ku weke civaka Êzidî ew Erdogan û rêveberiya wî baş nas dikin û ev xal destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatin perwerdekirin û biçekkirin, li Şengalê keçên Kurd revandin, li bazarên rûreşiyê firotin û bi hezaran ji wan bi saxî xistin binê axê.

BANGA LI REWŞENBÎR Û DEMOKRATÊN LI TIRKIYEYÊ

Meclîsê bang li hemû rewşenbîr, demokrat, hunermend, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir ku di vê roja xetere de biçin Cizîrê û li dijî kuştin û komkujiyan derkevin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê her roj qala biratiya gelan dikin divê li gel parlamenterên HDP'ê ber bi Cizîrê ve bimeşiyan û hat gotin, "Eger ev der ne Cizîr bûya, lê bajarekî Tirkiyeyê bûya hûn ê wisa tevbigeriyana? Ev agir wê her kesî bişewitîne. Hînê ne dereng e, soza ku we ji bo demokrasiye dane bi cih bînin û li hemberî zilmê derkevin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê MŞD'ê Fîkret Îgrek di hevdîtinên xwe yên li Strasboûrgê de ev mijar xistiye rojeva sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û ji wan xwestine, ku li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirk berpirsyariyên xwe yên însanî bi cih bînin.

MŞD'ê bang li hemû endam û alîgirên xwe kir ku di vê roja dîrokî de bi hemû hêza xwe seferber bibin û got, "Îro li Silopiya û Cizîrê penaberên Êzidî hene. Jiyana wan jî di xeteriyê de ne."