BI DÎMEN

Heyeta Êzidî ya ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, vegeriya Rûsyayê

Heyeta Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, ku PDK'ê nehişt biçe Şengalê, vegeriya Rûsyayê.

Heyeta bi pêşengiya Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan, ku berî çend rojan tevî komek ji rojnamevanan çû serdana yekîneyên gerîla yên li Kerkûkê û dûre xwest derbasî Şengalê bibe lê ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, vegeriya Rûsyayê.

Der barê serdana xwe de Şemoyan civînek lidar xist û got, "Çûyîna ser xaka xwe, ji aliyê kesên em jê re dibêjin 'bira' ve hat astengkirin."

'GERÎLA TEVÎ DERFETÊN GELEKÎ KÊM, BI VÎNEKE MEZIN GEL DIPARÊZE'

Şemoyan di axaftina xwe ya li Mala Çanda Kurd a bajarê Tambovê de destnîşan kir ku wan dîtine ciwanên Kurd bi derfetên gelekî kêm, lê bi vî û moraleke gelekî mezin mora xwe danîne binê serketinên mezin û got, "Her kêliya me bi gerîlayan re derbas kir, ji bo me gelekî bi wate û giranbuha ye."

Şemoyan anî ziman ku tevî bêderfetiyan jî wan dîtine gerîla bi vîneke mezin gelê Kurd diparêze û ji bo aramiya gelê herêmê bi dil û can têdikoş in. Şemoyan got, "Hezkirin û dilsoziya gel a ji bo gerîla hêjayî dîtinê bû. Em jî weke Kurdên li Rûsyayê dijîn serbilind in ku parçeyek ji vîneke bi vî rengî ne."

'PDK'Ê XWEST DRAMA MIROVAHIYÊ Û ŞERMA XWE BINIXUMÎNE'

Şemoyan da zanîn ku piştî serdana Kerkûkê wan xwestine derbasî Şengalê bibin lê belê ji aliyê PDK'ê ve hatine astengkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me xwest biçin Şengalê, şert û mercên jiyanê yên xwişk û birayên xwe yên li wir bibînin. Lê mixabin çûyîna me ya Şengalê ji aliyê kesên em ji wan re dibêjin 'bira' ve hat astengkirin. Ev astengiya PDK'ê derxist pêşiya me, gelekî em êşandiye. Bi vê astengiyê re PDK'ê xwestiye drama mirovahiyê ya bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê re derket holê û şerma xwe binixumîne. Halbûkî êdî tevahiya cîhan dizane ku PDK'ê Kurdên Êzidî terikandiye. Eger hêzên YPG û HPG'ê di cih de nehatibûna hewara Şengalê, niha ne tenê Şengal wê Çiyayê Şengalê jî bê Êzidî mabûya. Em vê helwesta PDK'ê şermezar dikin û dixwazin ku demek ji ya din zûtir vê şaşîtiya xwe bibîne."

'EM BERXWEDANA CIZÎRÊ SILAV DIKIN'

Şemoyan bal kişand ser terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê û êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên li bajarên Tirkiyeyê û got, "Gelê Kurd êdî dizane çi dixwaze û dixwaze bi xwe biryarê bide bê çawa bijî. Ev daxwaza însanî ji aliyê dewleta Tirk ve weke sedema şer hatiye dîtin, ku niha bi xwînxwarî êrîşî gelê sivîl ê li Bakurê Kurdistanê dike. Bi taybetî em berxwedana li Cizîrê ji dil silav dikin û destekê didin. Divê dewleta Tirk a faşîst dawî li qetilkirina sivîlan bîne. Girîng e tevahiya gelê me xwedî li Cizîrê derkeve û sûcên dewleta Tirk ên li Cizîrê li dijî mirovahiyê kiriye, şermezar bikin."

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir û got, "Di serî de Rûsya divê hemû hêzên cîhanê li hemberî vî şerê li dijî mirovahiyê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng nemînin û tavilê bikevin nava tevgerê."