Li Elmanyayê wê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Cizîrê bên lidarxistin

NAV-DEM bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar dixe û banga beşdariya girseyî li van çalakiyan kir.

NAV-DEM bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar dixe û banga beşdariya girseyî li van çalakiyan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên komkujiyê û rêbazên şerê qirêj ên dewleta AKP'ê ya faşîst, wê nikaribin pêşî li meşa azadiyê û berxwedana mafdar a gelê Kurd bigirin.

NAV-DEM'ê diyar kir ku bi hemû saziyên xwe ew ê ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê, di 12'ê Îlonê de tevî hemû navendên xwe yên civaka demokratîk û dostên xwe çalakiyan lidar bixin. NAV-DEM'ê got, "Dewleta Elman a ku li hemberî êrîşên faşîst ên AKP'ê bêdeng e, li Elmanyayê siyasetmedarên Kurd digire û krîmînalîze dike. Elmanya ya dibêje li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye, li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên xwedî heman mejiyê DAIŞ'ê ye, bêdeng e. Em vê polîtîkaya Elmanyayê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo şikandina bêdengiya saziyên navneteweyî û bala raya giştî ya demokratîk bikişînin ser mijarê, ew ê ji 14'ê Îlonê roja Duşemê û pê ve li ber Parlamenta Federal û hemû parlamentên eyaletan tevî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyen Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê dest bi çalakiya vedana kon bikin.

NAV-DEM'ê bang li gelê Kurd, hemû hêzên demokrasiyê û alîgirên azadî û wekheviyê kir ku beşdarî van çalakiyan bibin:

11'Ê ÎLONÊ ROJA ÎNÊ

Hamburg: Sternschanze, Pêşiya Bahnhofê, saet: 19:00
Hagen: Ratausplatz saet: 18:00
Mannheim: Paradaplatz saet:18.30
Offenburg: Pêşiya Bahnhofê, saet:18:00

12'Ê ÎLONÊ ROJA ŞEMIYÊ

Koln: Ebertplatz saet: 14.30
Bonn: Saet 16:00
Dusseldorf: Pêşiya HBF, saet: 14:00
Wuppertal: City Arkadan saet:14:00
Bielefeld: Pêşiya HBF, saet:14:00
Dortmund: Pêşiya HBF, saet: 15:00
Münster: Pêşiya HBF, saet: 15:00
Bremen: Pêşiya Parlamentê, saet: 13:00
Erfurt: Meydana Enger, saet:14:00
Dresden: Pragastr, saet: 16:00
Hamburg: Meşa li dijî nîjadperestiyê ya gelemperiya Elmanyayê wê li Jungfernstieg am Flaggenplatz, saet di 15:00 de destpê bike.
Hannover: Ernst August Platz, saet:15:00
Frankfurt: Kaiserstr. 1, Pêşiya Bahnhofê
Stuttgart: Pêşiya HBF, saet: 16:00
Freiburg: Li Kaiser Joseph str. saet di navbera 15:00 û 20:00 de wê bi pêşengiya tevgera jinan û tevgear ciwanan di 11-12'ê Îlonê de stand were vekirin.

19'Ê ÎLONÊ

Oldanburg: Pêşiya HBF, saet: 15:00
Her wiha wê li bajarên Berlin, Kiel, Hamburg, Bremen, Erfurt, Dresden, Dusseldorf, Frankfurt, Munchen, Stuttgart, Saarbruckenê kon bên vedan.