Dewletê li Cizîrê careke din êrîş kir
Li Cizîrê ku zêdeyî hefteyeke derketina derve qedexe ye, hêzên dewleta Tirk careke din bi tundî êrîşî Taxa Nûrê kirin.
Li Cizîrê ku zêdeyî hefteyeke derketina derve qedexe ye, hêzên dewleta Tirk careke din bi tundî êrîşî Taxa Nûrê kirin.
Li Cizîra Botan, berxwedana gel a li hemberî şerê Qesrê dewam dike.
Li navçeya ku zêdeyî hefteyeke derketina derve hatiye qedexekirin û herî kêm 22 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, polîs û leşkeran careke din dest bi êrîşê kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, "Li hemberî Taxa Nûrê êrîşeke tund hat destpêkirin. Dengê teqînên dijwar tê."
Sariyildiz anî ziman ku li cihekî gelekî nêz, teqînekê rû daye.