Parêzer: Berdêl çi dibe bila bibe em ê biçin

Parêzerên ku bi bendên di navbera Mîdyat û Hezexê de hatin sekinandin destnîşan kirin, ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê bi teqezî biçin Cizîrê.

Hêzên dewleta Tirk ên bi wesayîtên zirxî bend danîne navbera navçeyên Mîdyat û Hezexê, nahêlin kesek biçin Cizîrê. Parêzer û parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Nûrsel Aydogan, Mehmet Emîn Adiyaman û Hîdayet Taşdemîr ji bo bi meşê biçin, ketin nava tevgerê. Heyeta ku gihaşt ber benda hêzên dewletê, hat astengkirin.

Li ser vê yekê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyek da û got, "Ev 9 roj in Cizîr hatiye dorpêçkirin, sivîl tên kuştin. Em parêzer in û em ê ji sedî sed biçin. Çiqasî ji wan tê bila rê bigirin, em ê biçin Cizîrê. Bi rêyên cuda jî be em ê biçin."

Li ser biryara parêzeran polîsan bi Walîtiyê re têkilî danîn. Hevdîtin dewam dikin.

...