Girtiyên PKK û PAJK'î yên di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin. Girtiyan bang li AKP'ê kirin ku polîtîkaya înkar û tinekirinê biterikîne û xwestin xweseriya demokratîk û xwerêveberî di her şert û mercî de werin parastin.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya, der barê greva birçîbûnê ya ji 15'ê Tebaxê û vir ve dimeşînin û konsepta şer a AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kaya diyar kir ku AKP'ê xwe li serketina hilbijartinê ya HDP'ê ranegirtiye û ji bo desthilatdariya xwe gel ber bi şer ve biriye. Kaya destnîşan kir ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, konsepta şerê topyekûn ji her alî ve di meriyetê de ye.
'EM Ê JI BERXWEDANÊ VENEGERIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike û li hemberî gelê sivîl ê vîna 'em ê xwe bi rêve bibin' komkujiyê rewa dibîne û got, "Bi operasyonên qirkirina siyasî re AKP'ê hevşaredarên gel û ciwanên Kurd girtiye, li zîndana bi cih kiriye. Qedexeya derketina derve ya ne kêmî darbeya leşkerî ya faşîzan a 12'ê Îlonê ye li hin cihan pêk tîne. Xwerêveberiyên bi vîna gel hatine destnîşankirin nas nake, li hemberî jin, zarok û tevahiya gelê me polîtîkaya înkar û tinekirinê dimeşîne."
Kaya bal kişand ser zextên bi destpêkirina greva birçîbûnê re li girtîgehan xwe dan der û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Rêber Apo, bi şêweyê herî giran tê meşandin. Di serî de hevalên me yên li girtîgehên Elbîstan û Antalyayê, li dijî hevalên me yên li zîndanan îşkence tên kirin. Em careke din tînin bîra hikûmeta AKP'ê ku em vê rewşê ti carî qebûl nakin, bi polîtîkayên sirgûnkirinê re hevalên me ti carî ji daxwaza azadiyê û berxwedana xwe venagerin."
Kaya anî ziman ku di vê pêvajoya polîtikayên înkar û îmhayê tên meşandin de parastina rewa û Xweseriya Demokratîk teqez pêwist e û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "em wekî girtiyên PKK û PAJKê di 15'ê Tebaxê de ji bo azadiya Rêberê xwe ketin gireva birçîbûnê. 26 roj in berxwedana me dewam dike. Em hemû gelê xwe ciwanên we yên li navçe û taxan xwerêveberî îlan kirin û di nava berxwedanê de ne silav dikin. Heta ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP'ê bidomin, têkoşîn û berxwedana me jî wê bidome. Hikûmeta AKP'ê polîtîkaya şerê giştî dimeşîne. Em ê jî têkoşîna xwe ya demokratîk pêk bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê wê li dijî hemû êrîşên li dijî Rêberê me û gelê me pêk tê di ber xwe bidin. Em ti carî dest ji berxwedanê bernadin."