Polîsan li Cizîrê jinek birîndar kirin

Polîs û tîmên taybet, li Cizîrê bi çekan êrîşî welatiyan dikin. Polîs û tîmên taybet, li Taxa Nûrê ya Cizîrê Mulkiye Taşkîn birîndar kir.

Polîs û tîmên taybet, li Cizîrê bi çekan êrîşî welatiyan dikin. Polîs û tîmên taybet, li Taxa Nûrê ya Cizîrê Mulkiye Taşkîn birîndar kir.

Rewşa OHAL'ê ya li Cizîrê 5 roj li pey xwe hişt. Êrîşên polîs û tîmên taybet ên li ser gel didomin. Polîs û Tîmên taybet li Cizîrê di nava 5 rojan de 10 welatî qetil kirin. Niha jî tîmên taybet li Tabûra Tangê gule avêtin Taxa Cûdî û jina 45 salî Mulkiye Taşkîn birîndar kirin. Taşkîn ku ji zikê xwe ve birîndar bû, piştî demek dirêj li kolanê hat rawestandin. Li ser hewldana heyeta HDP'ê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.