Parlamenterê Partiya Yekgirtû Îslam Şêrko Cewdet da xuyakirin ku sedema koça ji Başûrê Kurdistanê hêzên desthilatdar ên li Başûrê Kurdistanê ne û got, "Eger wekhevî û azadî tinebe, hêzên desthilatdar welat di navbera xwe de parî kiribin û gel birçî be, wê çaxê mirov wê welêt biterikînin."
Cewdet li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê.
Ji Başûrê Kurdistanê ber bi derveyî welat ve koçeke zêde heye. Heta niha ciwan diçûn, lê niha malbat jî diçin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Mirov dixwazin bi awayekî azad, bi rûmet û bi mafên xwe bijîn. Ji ber vê yekê pêwîstî pê dibîne ji cihekî biçe cihekî din. Bêguman ev ewçend hêsan nîne. Mirov naxwazin welatê xwe bi hêsanî biterikînin. Lê belê xuya ye, azadî, maf û hiqûq beriya her tiştî ye. Yên çûne, ji ber ku hêviya xwe ji bidestxistina jiyaneek bi maf, azadî û aram nemaye, biryareke ewçend zehmet dane û çûne.
Bi dîtina we, berpirsyarên vê koçberiyê kî ne?
Berpirsyarên van koçberiyan; yên ku îspat nekirine li Kurdistanê maf û azadî hene, ne. Eger rêveçûn bi vî rengî dewam bike, yên ku bi nelirêtiyê re welat di nava xwe de parî kirine, wê bi tena serê xwe li welêt bimînin, yên din hemû wê biçin. Ji ber ku mirov naxwazin li welatekî zilm lê heye, bê edaletî lê heye, maf, azadî û wekhevî lê nîne, li welatekî ku di navbera çend kesan de hatiye parîkirin, li welatekî lê birçî ye bijîn.
Hûn, tevlîbûna malbatan li vê pêla koçberiyê çawa dinirxînin?
Belê di destpêkê de bi tenê ciwan diçûn, lê niha ji sedî 30 ê ji wan malbat in. Koça ciwanan dibe ku bandoreke kêm bike, dibe ku weke biryareke şexsî bê dîtin. Lê koçkirina malbatan, biryareke civakî ye. Ev yek tê wateya koça beşeke mezin a civakê. Eger nêzîkatiyeke hestyar li vê neyê kirin, ev koç wê derbeke mezin li civakê bixe. Bi vî rengî wê bîra civakê koç bike. Xeteriya herî mezin jî di vir de ye. Eger rewşenbîr, mirovên xwedî nêrîn ên civakê koç bikin, hingî wê çi yê civakê bimîne? Lê mixabin heta niha desthilatdariya li Başûrê Kurdistan3e ev xeterî nedîtiye, fêm nekiriye.
Di nava gel de hin mirov dibînin ku hin kes li ser navê Kurdayetiyê wan talan dikin. Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Ev yek pûçbûna sîstema li Kurdistanê ye. Li hemberî sîstemên li Bakur û Rojava li ser Kurdan serdest in, ev rewş cihê şermê ye. Em wan rexne dikin. Xeniqîna zarokekî Kurd di deryayê de, hem ji bo Kurdan hem jî ji bo hêzên desthilatdar ên li erdnîgariya Kurdistanê, şermeke mezin e. Divê mirovên me neçar nemînin bi vî rengî koçî derveyî welat bikin.
Ji bo yên koç kirine hûn dixwazin çi bêjin? Koçberî wê ji bo wan bibe çareserî?
Bêguman ti kes naxwaze welatê xwe biterikîne û biçe. Lê belê eger li cihekî azadî, edalet tinebe, krîza aborî û siyasî hebe, mirov diçe. Lê dîsa jî ev yek çareserî nîne. Ev yek ne ji bo desthilatdariya li Kurdistanê, ne ji bo rewşa heyî ya li Kurdistanê ne jî ji bo yên koç kirine çareseriyeke rasteqîn e. Ji ber ku dema diçin derveyî welat jî wê ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê nebînin. Wê hurmetiya li welatê xwe dibînin, li derveyî welat nebînin.
Mesajek we ji bo yên çûne heye?
Eger wan ji neçarî biryareke bi vî rengî dabin, sedema vê koçberiyê ne welatê wan e. Sûcdar hêzên desthilatdar ên vî welatî birêve dibin e. Ji ber vê yekê divê welatê xwe sûcdar nekin, di dilê wan de welatê wan her tim xwedî cihekî bedew be. Lê belê divê yên ku ew neçarî vê koçberiyê kirine jî ti carî ji bîr nekin. Dîsa dibêjim; terikandina welêt ne çare ye, divê welatê xwe neterikînin.
Ev demeke krîza serokatiyê çareser nebûye. Di 13'ê mehê de wê aliyên siyasî careke din bicivin. Hûn li bendê ne ji vê civînê encameke çareseriyê derkeve?
Hevdîtin dewam dikin. Lê belê di rewşa heyî de pirsgirêk bloke bûye. Hêviyeke ji bo çareseriyê diyar nake. Lê dîsa jî ez hêvîdarim wê çareser bibe. Lê li gorî tecrûbeyên berê, yên ku bûne sedema koçkirina mirovan di heman demê de rê li ber xitimîna vê pirsgirêkê vekirine. Ji bo çareseriyê hêviyekê nadin. Bi mirovên xwedî vê zîhniyetê re nepêkane pirsgirêk were çareserkirin. Hêvîdarim wê lihevkirinek pêk were, lê mixabin ji bo çareseriyeke demeke kurt ne hêvî me. Lewma texmîn nakim ji civînên beriya niha cudatir encamek ji civîna 13'ê mehê derkeve.
Wê çi bibe?
Eger çareserî nebe, rojên zehmet li pêşiya Başûrê Kurdistanê ye. Hêvîdarim wê rewşeke bi vî rengî rû nede