Nasnameya 3 gerîlayan hat aşkerakirin
Nasnameya 3 gerîlayên li Dêrsim û Îdirê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Nasnameya 3 gerîlayên li Dêrsim û Îdirê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, agahiyên nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘HEVALÊ MÛNZÛR HETA GULEYA DAWÎ JÎ LI BER XWE DA’
1’ Îlonê piştî pevçûna li navçeya Qaraqoyinlî ya Îdirê tîma me ya gerîla ya hevalê Mûnzûr jî di nav de xwe kişandin gundê Taşbûrnû. Piştî cihê wan keşf bû, ketin pevçûnek duyemîn. Li vir hevalê Mûnzûr mînakek qehremantiyeke mezin nîşan da û ji cihê xwe veneqetiya, heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da.
‘SERXWEBÛN Û BAWER XWEDÎ SEKNEKE BI BIRYAR BÛN’
1’ê Îlonê hevalê Serxwebûn dema li Eyaleta Dêrsimê li wezifeyê bû ji aliyê sîxurekî kontra ve şehîd ket. Hevalê Bawer nû tevlî refên têkoşînê bibû û xwe zû pêş dixist, li Eyaleta Dêrsimê di qezaya xebatên xwe yê cebilxanê de şehîd ket.
Heval Serxwebûn û Bawer bi seknek bi biryar û xwedî îrade tevlî xebatan bûn, bi kelecanek mezin tevlî têkoşîna ku Rêber Apo ji gelê me û tevahî gelên bindest re bû ronahiya hêviyê diyar kir bûn û bi çar destan li wezîfeyên xwe xwedî derketin. Li hember şehadeta van her du hevalên bi biryar em soza berpirsiyartî, cîdiyet û serketinek mezin didin ku em ê vê têkoşînê bimeşînin û em hevalên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.
Nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ye:
Nasnav: Mûnzûr Avazirav
Nav-Paşnav: Arikan Kahraman
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik-bav: Porsor - Seyîtxan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Îdir
***
Nasnav: Bawer Farqîn
Nav-Paşnav: Berat Nergîzîlî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Azîze - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Dêrsim
***
Nasnav: Serxwebun Agirî
Nav-Paşnav: Abdullah Daşdemîr
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Gogercîn - Resul
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Dêrsim