Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Karşiyaka û Menemen ên Îzmîrê serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Karşiyaka û Menemen ên Îzmîrê serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Karşiyaka û Menemen ên Îzmîrê serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin. Ji 4 kesên ku bî îdîaya otobus şewitandine hatibûn binçavkirin û ji aliyê dozgeriyê ve hatibûn berdan, Kadîr Yildiz dema ji edliyeyê derket ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û careke din hate binçavkirin.
Li navçeyên Menemen û Karşiyaka yên Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên hemwext de bi hinceta "Li Taxa Asarlik a Menemenê otobus şewitandine" 2 jê jin 7 kes hatin binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.
DEMA JI EDLIYEYÊ DERKET CAREKE DIN HATE BINÇAVKIRIN
Li aliyê din li Menemenê 4 kesên ku bi îdîaya otobus şewitandine hatibûn binçavkirin li dozgeriyê hatin berdan. Ji wan welatiyê bi navê Kadîr Yildiz dema ji edliyeyê derket bi hinceta dirûşm gotiye ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û careke din hate binçavkirin. Yildiz bi îdîaya "propaganda kiriye" sewqî dadgehê hate kirin.