Ciwanên Azad: Li dijî êrîşan em xwedî li saziyên xwe derkevin

Ciwanên Azad da xuyakirin ku zîhniyeta AKP dixwze şerê li Kurdistanê derbasî Ewropayê bike û bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li saziyên xwe derkevin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ciwanên Azad de hat gotin, "Çavkaniya bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bêguman nexweşiya bûyîna desthilatdariya bêdesthilatdaran e. Rejîma faşîst a AKP'ê ji bo dîktatoriya bi navê Erdogan zexim bike, li Kurdistanê dest bi operasyona komkujiyê kiriye. Li hemberî vê yekê di serî de tevgera ciwanan YDG-H, gelê Kurd ketiye seferberiya topyekûn û xwerêveberî ragihandiye."

'WINDAHIYÊN EWÇEND GIRAN DAN KU NIKARIN JI BIN RABIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekîneyên xweparastinê, polîs û leşkerên AKP'ê têk birine û windahiyên ewçend giran dane dewletê, ku dewlet nikare ji binî rabe û hat gotin, "Herî dawî bi ketina dewrê ya HPG'ê re, windahiyên gelekî giran ji aliyê dijmin ve hatiye dayîn û makîneya wan a derewan xera bûye. Dîktator Erdogan ê nikare xwe li vê rabigire, ketiye nava hewldanên komkujiyan, êrîşî saziyên çapemeniyê dike, avahiyên partiya siyasî dişewitîne û bi pêlîstina bi hestên neteweperestiyê re gelan li hemberî hev radike."

'EM ÊRÎŞÎN FAŞÎST TÊK BIBIN'

Ciwanên Azad diyar kir ku AKP a nekarî li Kurdistanê encamekê werbigire, dixwaze şer derbasî Ewropayê bike û ev bang kir: "Derdorên faşîst ên hêza xwe ji Erdogan digirin amadekariyan dikin êrîşî gelê me û saziyên me yên li Ewropayê bikin. Li ser vê bingehê weke tevgear Ciwanên Azad em bang li ciwanên Kurd dikin ku xwedî li saziyênxwe derkevin û bi şiyara 'No pasaran-rê ji faşîzmê re nîne' êrîşên faşîst têk bibin."