Zilma AKP'ê: Cenaze li qerisînerê hatin bicihkirin
Navê 4 ji 8 welatiyên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, zelal bû. Cenazeyên welatiyan li qerisînera (dolaba cemidandinê) marketekê hatin bicihkirin.
Navê 4 ji 8 welatiyên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, zelal bû. Cenazeyên welatiyan li qerisînera (dolaba cemidandinê) marketekê hatin bicihkirin.
Leşker û polîsên Tirk ên li navçeya Şirnex Cizîrê bi fermana AKP'ê komkujiyê dikin, duh bi şev 8 kesên din qetil kirin.
Navên 4 ji 8 kesên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ye: Zeynep Edîn (18), xwesûya wê Maşallah Edîn (35), Eşref Edîn (55) û Saît Nayîcî (17).
Hat ragihandin ku Berxwedan Edîn ê 11 mehî, Ayşe Edîn û Ekrem Dayan birîndar bûne.
Cenazeyên welatiyên li Taxa Cûdî jiyana xwe ji dest dan, li qerisînera marketekê hatin bicihkirin.