Meşa bi hezaran a ber bi Cizîrê, tevî êrîşên bi bombeyên gazê jî nasekine

Bi hezaran kesên ji Hezexê bi du baskan ber bi Cizîrê ve dimeşin, tevî êrîşên polîsên Tirk jî meşa xwe didomînin.

Bi hezaran kesên ji Hezexê bi du baskan ber bi Cizîrê ve dimeşin, tevî êrîşên polîsên Tirk jî meşa xwe didomînin.

Bi hezaran polîsên ji Amed û Enqereyê hatin anîn, tevî êrîşên xwe yên bi bombeyên gazê jî nikarin gel bisekinînin. Bi hezaran kes, di nava erdan de dimeşin Cizîrê.

Ji ber bombeyên polîsan şewata li derdorê derketiye hînê dewam dike.

Parlametnerên HDP'ê jî ji girê lê dihatin sekinandin, di rêya bejahî yıa Hezex-Cizîrê de meşa xwe dewam kirin. Polîsan dane dû wekîlan û wan dişopînin.

...