Berxwedana parlamenterên HDP'ê di bin germa 40 pileyî de didome
Sekna parlamenterên HDP'ê li girê 10 kîlometre dûrî Cizîrê di bin germa 40 pileyî de didome.
Sekna parlamenterên HDP'ê li girê 10 kîlometre dûrî Cizîrê di bin germa 40 pileyî de didome.
Sekna parlamenterên HDP'ê li girê 10 kîlometre dûrî Cizîrê di bin germa 40 pileyî de didome.
Ji bo şikandina berxwedana wekîlên, hêzên dewletê nahêlin av jî ji parlamenteran re bê dayîn. Wesayîta Şaredariya Hezexê ya av ji bo wekîlan anî, ji aliyê hêzên dewletê ve hat sekinandin.
Her wiha, destûr ji wesayîta meqamê û ambûlansê re nayê dayîn, ku xwe bigihînin wezîrên HDP'yî yên nexweşiya dil bi wan re heye. Hat ragihandin ku her du wezîr li newalê asê mane.
Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji bo vê rewşê got, "Dixwazin li vê derê Kerbelayê bînin serê me. Ya ku li vir tê kirin Yezîd jî nekiriye."