Adir: Dewleta Tirk êrîşî vîna xwerêvebirinê ya gelê Kurd dike

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir: Dewleta Tirk êrîşî hewldana avakirina sîstema xwe û vîna xwerêvebirinê ya gelê me dike. Berxwedan û xweparastin li hemberî vê rewşê tê kirin. Ev jî mafê herî xwezayî ye.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir: Dewleta Tirk êrîşî hewldana avakirina sîstema xwe û vîna xwerêvebirinê ya gelê me dike. Berxwedan û xweparastin li hemberî vê rewşê tê kirin. Ev jî mafê herî xwezayî ye.

Adir êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û berxwedana li dijî van êrîşan, bi taybetî jî berxwedana Cizîrê, ji ANF'ê re nirxand.

Adir da xuyakirni ku êrîşa dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd ne nû ye û eleqeya xwe ne bi tenê bi xwerêveberiyê heye. Adir destnîşan kir ku êrîş, komkujî û qirkirina sed salan a ji ber polîtîkaya red, înkar û tinekirinê hat meşandin, niha di asteke nû de ye û got, "Gelê Kurd bi rêbaza herî demokratîk dixwaze mafê xwe yê gelbûyînê bi cih bîne. Li cîhanê, xwerêveberiya bi nasname, ziman û çanda xwe, êdî mafekî gerdûnî ye. Ev maf hem gelekî însanî ye, hem jî hiqûqî ye. Dewleta Tirk a pêşî li bicihhatina vî mafî digire, hem hiqûqa gerdûnî binpê dike, hem jî bi qetilkirina gelê me re sûc dike."

Adir anî ziman ku îlanên xwerêveberiyê, mafeekî rêvebirina îradeyî ya gelê Kurd e û ev xal destnîşan kir: "Qala mafekî rêvebirinê yê ji Tirkiyeyê cihê dibe, rêveberiyek li derveyî sînorên Tirkiyeyê nayê kirin. Berevajî, di nava sînorên Tirkiyeyê de daxwaza xwerêvebirinê ye. Gelê me dixwaze, mafê xwe yê bi komkujî û qirkirinê ji dest hatiye girtin bi rêbaza demokratîk bi cih bîne, dixwaze zimanê xwe bêyî qedexeyan di serî de li qada perwerdeyê li her cihî bi kar bîne, çanda xwe bijî, pêş ve bibe, qedexeyên li ser nasnameya xwe rake û xwe bi rêve bibe. Ya ku weke sedema êrîş û komkujiyan tê nîşandan, ev daxwaza xwerêvebirinê ye."

'YÊ ÊRÎŞ DIKE DEWLETA TIRK E, GELÊ ME XWE DIPARÊZE'

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir bibîr xist, ku îro li dehan navçe û taxan gelê Kurd ji bo avakirin, pêşvebirin û parastina xwerêveberiyê berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan dide û ev nirxandin kir:

"Ev berxwedan têkoşîneke çekdarî nîne, bi wî rengî rû neda. Li hemberî êrîşên komkujiyê yên li dijî daxwaza xwerêveberiyê hat kirin, di serî de ciwanan gelê me refleksa parastina xwerêveberiyê nîşan da. Bi vî rengî berxwedan tê meşandin.

Li Gimgim, Cizîr, Silopiya, Farqîn, Nisêbîn, Sûr, Gever û Bismilê êrîş li hemberî xwerêveberiyê tê kirin, girtin û komkujî rû didin. Bikaranîna mafê parastinê ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, mafekî hiqûqî û însanî ye. Gel û ciwanên Kurd vê dikin, xwe diparêzin. Dewleta Tirk di destpêkê de li hemberî gelê me çek bi kar anî. Bi tank, panzer, maşînên zirxî re êrîşî taxan dike û komkujiyan dike. Ji bilî pêşîgirtina li komkujiyê û astengkirina van êrîşan, ti rê nîne. Aliyê êrîş kiriye dewleta Tirk e. Gelê me jî li ser bingeha xweparastinê li ber xwe dide û xwe diparêze. Mîna her zindiyî mafê xweparastinê yê gelê me jî heye. Gelê me li hemberî êrîşan xwe diparêze. Wê vê yekê dewam bike.

Mafê xweparastinê, xwedîderketina li taxa xwe, kolana xwe, mala xwe û li ser vê bingehê xwedîderketina li pêşeroja xwe ye. Meclîsên gel xebatên xwe yên ekonomîk, civakî, hiqûqî û û siyasî bi pêş ve dibin û li tax, kolan, navçe û bajaran xwerêveberiyê bi pêş ve dibin. Dewleta Tirk êrîşî avakirina sîstema xwe û vîna xwerêvebirinê ya gelê me dike. Berxwedan û xweparastin jî li hemberî vê tê kirin."

'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI CIZÎRÊ DERKEVE'

Adir bal kişand ser meşa parlamenter û nûnerên gel a ber bi Cizîrê û got, "Meşa bi hezaran kesan a ber bi Cizîrê, ku Hevserokê HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ye, helwesteke di cih de ye. Li hemberî van êrîşan divê her kes xwedî li Cizîrê derkeve. Li her çar aliyên Kurdistanê pêwîste bi serhildanan re li dijî êrîşên dewletê helwest bê nîşandan."

'EGER XWEDÎ LI CIZÎRÊ NEYÊ DERKETIN, WÊ KOMKUJÎ LI HER DERÊ BELAV BIBE'

Adir da xuyakirin ku xwedîderketina li Cizîrê de dereng jî ketine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger îro xwedî li Cizîrê neyê derketin, eger pêşî li mezinbûna komkujiyê neyê girtin, sibe wê li her deverê heman komkujî were kirin. Lewma divê her kes di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigere û xweparastinê li her cihî pêk bîne. Ev yek mafê herî xwezayî, nîsanî ye. Di heman demê de berpirsyariyeke.

Astengiya dewletê nîşan dide ku plan û armanca wan a rastî çi ye. Dixwazin komkujiyên kirine veşêrin. Armanca wan çavtirsandin û teslîmgirtin e. Pêwîste ev astengî ji holê bên rakirin. Bi vî rengî ev êrîşên komkujiyê dikarin werin pûçkirin."

'ÊRÎŞÊN NIHA YÊN LI BAKUR DEWAMA ÊRÎŞÊN LI KOBANÊ NE'

Adir da zanîn ku prova şer û komkujiya îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li Kobanê hatibû kirin û got, "Ji Kobanê destpê kirin û xwestin qetilkirina Kurdan bibins erî. Lê belê encama ku dixwestin bi dest nexistin. Gelê me yê li Rojava û YPG/YPJ'ê bi berxwedaneke lehengî konsepta tinekirinê ya AKP'ê pûç kir.

Êrîşên îro li bakur li hemberî gelê me tên kirin, dewama êrîşên li Kobanê ne û heman zîhniyet e. Di vî warî de ti cudahî nîne. Şerê li dijî gelê Kurd ê heman polîtîkaya qetilkirin û qirkirinê ye. JÎTEM a duh, DAIŞ a îro ye. DAIŞ û AKP jî hevkarên hev in, ev derket holê. Komkujiya DAIŞ'ê li Kobanê kir, niha gladyoya bi taybetî hatiye perwerdekirin li bakur dike, li bajar, navçe û taxên bakur dike."

'EV YEK ÊRÎŞA LI DIJÎ JIYANA BI HEV RE YE'

Adir da xuyakirin ku yê şer daye destpêkirin û dimeşîne AKP û Erdogan e û got, "Yekane hêza xwe ji vî şerî xwedî dike AKP û Erdogan e. Girîng e gelê Tirkiyeyê, derdorên çep û demokratîk rastiyan bibîne, bêdeng nemînin û têbikoş in. Ev yek êrîşa li henmberî jiyana bi hev re ya gelan bi awayekî azad û demokrasiyê ye.

Li ser tinekirina gelê Kurd jiyaneke bi hev re ya demokratîk ava nabe. Weke gelê Kurd, derdorên demokratîk em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya maf, azadî û demokrasiyê venegerin. Pêwîste hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn destekê bidin têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin û berxwedanê xurt bikin."