KCK: Roj roja rabûna ser piyan e
KCK: Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê bê derketin.
KCK: Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê bê derketin.
KCK: Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê bê derketin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku eger nayê xwestin bibin hevparê zilma li Kurdistanê divê hemû demokrat û şoreşgerên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn, hêzên demokratîk û şoreşger ên tevahiya cîhanê rabin ser piyan.
KCK'ê got, "Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê jî bê derketin. Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li gelê me kiriye ku dest bi meşa mezin a azadiyê ya ber bi Cizîrê ve bike. Em vê bangê rast û mafdar dibînin û bang li gelê xwe dikin, ku di çarçoveya vê bangê de tevbigere."
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî ye:
"Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, pêvajoyeke teslîmgirtina li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin. Ev meh û nîveke her roj 5-6 sivîl tên qetilkirin. Gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi çekên giran hatine xerakirin û şewitandin. Bajarê Cizîra Botan, ku yek ji girîngtirîn navendên berxwedana Kurdistanê ye, îro di bin dorpêçî û êrîşeke mezin de ye. Bi rojane her kesên derdikevin kolanan, ji aliyê sekvanan ve tên qetikirin. Bi çekên giran tax û kolan tên bombekirin. Ji bo pênc deqeyan jî firsend naye dayîn ku gel derkeve derve, pêwîstiyên rojane yên gel bicih nayên anîn. Hem bi kuştinê hem jî bi tî û birçîhiştinê re tê xwestin gel teslîm bê girtin. Piraniya yên hatine kuştin û birîndarkirin jin û zarok in. Dewleta Tirk bi ti nirxekî exlaqî û civakê re girêdayî nîne. Li gorî hiqûqa xwe jî tevnagere. Ji ber vê yekê her şêwe êrîş û zilmê bi awayekî bêperwa dimeşîne. Di vê bêperwatiya êrîşên wan de, rola bêdengiya cîhanê jî heye. Yên li hemberî van êrîşan bêdeng in, cesaretê didin van êrîşan.
Li hemberî vê rewşê, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê tevahiya gelê Kurdistanê. Ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, gelê me yê li Ermenîstan û Rûsyayê, tevahiya Kurdistaniyên li her devera cîhanê, divê derhal li cihê lê ne rabin ser piyan. Eger li parçeyekî gelê me rastî zilm û komkujiyê were, gelê me yê li parçeyên din divê bi teqezî rabe ser piyan û nîşan bide ku ew li cem gelê me yê rastî zilm û zorê tê, ye.
Eger nayê xwestin bibin hevparê zilma li Kurdistanê divê hemû demokrat û şoreşgerên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn, hêzên demokratîk û şoreşger ên tevahiya cîhanê rabin ser piyan. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê jî bê derketin.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li gelê me kiriye ku dest bi meşa mezin a azadiyê ya ber bi Cizîrê ve bike. Em vê bangê rast û mafdar dibînin û bang li gelê xwe dikin, ku di çarçoveya vê bangê de tevbigere.
Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye."