Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got, "Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê dikin ku li dora Cizîrê bicivin û ber bi Cizîrê ve dest bi meşa mezin a azadiyê bikin. Ji her devera Kurdistanê em bibin lehî û biherin Cizîrê."
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê da xuyakirin ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk konsepteke şer a topyekûn xistiye dewrê û destnîaşn kir ku êrîşên li hemberî gelê Kurd ê xwerêveberî li Bakurê Kurdistanê ragihandiye, bênavber dewam dike. Însiyatîfê bibîr xist ku bi dorpêça li Cizîrê re hewl tê dayîn gel dîl were girtin û got, "Hikûmeta AKP'ê û Erdogan ên xwedî mejiyê DAIŞ'ê, bi ti awayî nikarin gelê me yê li Cizîrê teslîm bigirin. Yê qels û bêçare Erdogan e. Gelê me ji her demê bêhtir xurt e û bi hêz li ber xwe dide."
BANGA MEŞA MEZIN A AZADIYÊ YA BER BI CIZÎRÊ VE
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cizîr îro Kobanê ye, li hemberî zîhniyeta DAIŞ'ê ya bi maskeya AKP'ê, berxwedaneke mezin îro tê nîşandan" û ev xal hat destnîşakirin: "Yên duh li Kobanê winda kirin, îro li Cizîrê jî mehkûmî windakirinê ne. Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê dikin ku li dora Cizîrê bicivin û ber bi Cizîrê ve dest bi meşa mezin a azadiyê bikin. Ji her devera Kurdistanê em bibin lehî û biherin Cizîrê. Mîna herikîna lehiyê divê em hêzên AKP'ê ji Kurdistanê biavêjin. Li ser vê bingehê em meşa heyeta HDP'ê û ajokarên 5000 TIR'an ji Zaxoyê ber bi Cizîrê silav dikin. Di serî de jin û ciwanên Kurd em bang li tevahiya gelê Kurd ji 7 heta 70 salî dikin ku heta azadiya Cizîrê xwedî li Cizîrê derkevin û bimeşin Cizîrê. Li hemberî qedexeya derketina derve ya li Cizîrê divê gelê Kurd dakeve kolanan û bi gotina 'kolan a gel e' li dijî zîhniyeta faşîst helwestê nîşan bide."
'EM XWEDÎ LI GELÊ CIZÎRA BOTAN DERKEVIN'
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi vî rengî dewam kir:
"Divê tevahiya raya giştî ya demokratîk ji her devera Tirkiyeyê bimeşe Cizîrê. Cizîr pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Di şexsê gelê Cizîrê de dixwazin pêşeroja em tarî bikin. Bi hêza gelan em xwedî li pêşeroja xwe derkevin û em ji hewldanên dîlgirtina Cizîrê re bêjin 'bisekine'. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên alîgirê aştî, biratî û azadiyê dikin, bang li hunermendên xwedî wijdan dikin ku bimeşin Cizîrê, li dijî faşîzma AKP'ê, li dijî zîhniyeta tarî ji Cizîrê re bibin finek û pêşerojê ronî bikin."