Li Cizîrê bav û keça wî qetil kirin
Li Cizîrê, di êrîşa hêzên dewleta Tirk de Eşref Edîm û keça wî ya 10 salî ji aliyê segvanan ve hatin qetilkirin.
Li Cizîrê, di êrîşa hêzên dewleta Tirk de Eşref Edîm û keça wî ya 10 salî ji aliyê segvanan ve hatin qetilkirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, Eşref Edîm û keça wî yên li kolana Varol a taxa Nûrê ji ber êrîşa segvanan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, ku keça biçûk ji bo bavê wê rakin nexweşxaneyê derketiye derve û dema hewl dida bi destan ji polîsan re bêje divê bavê wê rakin nexweşxaneyê, segvanan gule berdan wê. Keça biçûk ji ber vê êrîşê bi giranî birîndar bû û ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li kolana Mezbahane ya Taxa Cûdî jî, di encama topbaranê de 2 jinan ku hat ragihandin bûk û xwesûya hev in, jiyana xwe ji dest dan. Tevahiya şevê li taxên Cûdî û Nûrê di encama êrîşan de herî kêm 4 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.