Zana: Berxwedana Cizîrê wê ti carî neşikê
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana da xuyakirin ku berxwedana li Cizîrê ti carî neşikest û wê îro jî neşikê.
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana da xuyakirin ku berxwedana li Cizîrê ti carî neşikest û wê îro jî neşikê.
Heyeta HDP'ê ya ji bo sekinandina terora dewletê ya li Cizîrê ev du roj in tevî hemû astengiyan ketiye ser rê, meşa xwe ya ber bi navçeyê ve didomîne.
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana li ser navê heyeta HDP'ê li Hezexê daxuyaniyek da û banga sekinandina mirinan kir. Zana diyar kir ku Cizîr di herikîna dîrokê de her tim bûye kela berxwedanê û got, "Ruhê berxwedanê yê li Cizîrê ti carî neşikest, îro jî wê neşikê." Zana her wiha bal kişand ser qîmeta gelê Kurd dide pêvajoya çareseriyê.
'KURDAN QEBÛL NAKIN'
Zana der barê 'pêvajoya çareseriyê' ya ji aliyê AKP'ê ve hat qedandin de got, "Pêvajoyeke diyalogê hebû. Birêz Ocalan li Îmraliyê mûxatab hat girtin. Hevalên me, xwişk û birayên me yên li Qendîlê mûxatab hatin girtin. Koma me ya li parlamentê mûxatab hat girtin. Lê belê dema ev hat kirin, ketin nava hewldana mijûlkirinê. Gotin 'Îro biçin, sibe werin'. Gotin 'Ez ji aştiyê vê fêm dike, tu jî vê fêm bike'. Me jî got, 'Bendewariyên gelê me hene, mafên ji dest hatine girtin, hene. Ne mîna sedeqeyê hûnê weke mafên xwezayî yên gel bidin. Xwişk û birayên me yên li Bûrsayê mafê wan çi be, divê hûn heman mafî ji bo gelên me yên li Cizîr û Hezexê jî nas bikin. Lê belê ev zîhniyetê hînê gelê me qebûl nake. Eger zîhniyeta wan a qebûlkirina me hebûya, îro deriyê Cizîrê li min nedihat girtin."
'EGER EM NIKARIBIN PÊŞÎ LI MIRINAN BIGIRIN, EZ Ê DEST BI ROJIYA MIRINÊ BIKIM'
Zana biryara xwe ya ji bo rojiya mirinê wiha vegot: "Li şûna ku ciwan bimirin, em bimirin çêtire. Min ev biryar da; eger em nikaribin pêşî li mirinan bigirin, wê çaxê ez ê dest bi rojiya mirinê bikim. Û ez ê vê biryara xwe heta dawiyê bidomînim. Li şûna ku li mirina ciwanan temaşe bikim, ez ê, ez bikevin rojiya mirinê çêtir e. Dema min bihîst wê dayikê, ji bo bêhn nekeve cenazeyê keça wê xist sarincê û min bihîst ku pitika 35 rojî mir, wê çaxê ruhê min jî mir."