Bi hezaran kesên li Hezexê bend derbas kirin dimeşin Cizîrê

Bi hezaran kesên li ber avahiya şaredariyê ya li navenda Hezexê civiyan, bi qîriya dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Cizîrê" benda polîs û leşkeran rakirin û berê xwe dan Cizîrê. Bel ji rojava û rojhilat ve bi du baskan dimeşe.

Polîsên Tirk ên nekarîbû bibin asteng, bi maşînên zirxî li nava erd dan dû girseya gel. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Tevî hemû êrîşan jî bi hezaran kes dimeşin.

Sekna parlamenterên ser girê 10 kîlometre dûrî Cizîrê jî dewam dike.

Hêzên dewleta Tirk ên nekarî meşa gel asteng bikin, dor li wekîlên HDP'ê girtine.