KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê 2 cenaze anîn nexweşxaneyê
Li Şirnexê piştî bomberdûman û şerên dijwar 2 cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê. -
Di kongreya mafê mirovan de Cizîr û Şengal hate axaftin
Civîna ku li bajarê Bonn ê Elmanyayê ku Sendikaya Geselschaft Für Menschen Rechte (IGMF) organîze kir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û keça Êzidî Şîrin a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, amade bûn. -
Cenazeyek din ê YPS’yî hate teşxîskirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Ferît Solcan ê li Geverê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. -
Agahî ji 3 cenazeyên şervanên YPS’ê nayên girtin
Li Silopiya piştî şerê ku di navbera çeteyên qesrê û YPS’ê de derketî, 3 şervanên YPS’ê jiyana xwe ji dest dabûn, agahî ji cenazeyên wan nayê girtin. -
Çeteyên Qesrê, li Hezexê vedana konan asteng dike
Li Hezexê di encama êrîşên qirkirinê de malên gel bêkêr bûne, vedana konên şaredariyê ku ji bo gel lê bimînin didin jî ji aliyê çeteyên qesrê ve tên astengkirin. -
YPG: Derbeyên giran li çeteyan hatin xistin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerên dawî yên li Şêx Meqsûdê de bi giştî 22 çete hatine kuştin. -
Li Nisebînê êrîşên çeteyên Qesrê berdewam dikin
Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê êrîşên çeteyên Qesrê berdewam dikin. -
YPS’ê bîlançoya 3 rojan eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, encama şer û çalakiyên 3 rojên dawiyê eşkere kir, da xuyakirin ku yek jê payedar, 18 POH û 6 JOH hatine kuştin. -
Yekem dewreya şervanên QSD’ê bi dawî bû
Yekemîn dewreya perwedeya şervanên nû yên QSD’ê ku bi beşdarbûna 200 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî bû. -
Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di 5'ê Nîsanê de li Qabilcewzê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Dewleta Tirk bi lez û bez li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo xendekan dikole
Li Nisêbîna berxwedêr ku êrîş lê giran dibin, çeteyên qesrê lez dan xebatên xwe yên kolandina xendekên navbera Nisêbîn-Qamişloyê, ku berî çend mehan destpê kiribûn. -
Ji HPG'ê daxuyaniya li ser çalakî û operasyonan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Amedê li dijî kontrayan çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de li ser operasyona artêşa Tirk a li Dêrsimê û êrîşên li Şirnex û Qabilcewzê de jî agahî hatin dayîn. -
Di êrîşên çeteyan de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes birîndar bûn
Di êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn. -
Yuksek: Dixwazin bikin ku DBP nikaribe bixebite
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Kamûran Yuksek diyar kir, armanca operasyona qirkirina siyasî bêbandorkirina DBP'ê ye. Yuksek got, "Bi kuştin, çavtirsandin û avêtina binê zîndanan re hûn nikarin vê pirsgirêkê ji holê rakin." -
Li Geverê bombe li taxan tên barandin
Li Geverê, ku terora AKP'ê lê dewam dike, taxên Cûmhûriyet û Gungor ji nû ve tên bombekirin. Hêzên rejîma Tirk xaniyan dişewitînin. -
Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li Şirnexê dibarînin
Çeteyên Qesrê bi tank, top, obus û doçkayên ji rojhilat heta rojavayê bajarê Şirnexê bi cih kirine, êrîşî taxan dikin. Ji ber bomberdûmana giran, gelek xanî xera bûn. -
10 şervan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
10 şervanên YPG, Ceyş El Siwar (Artêş Şoreşgeran) û Asayîşê yên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hatin veşartin. -
Hevseroka TUHAD-FED'ê hat binçavkirin
Hevseroka TUHAD-FED'ê ya Geverê Remziye Yaşar, danê vê sibehê li Wanê hat binçavkirin. -
Li Silopiyayê xanî tên şewitandin û xerakirin
Li Silopiyayê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 6. de ye polîs û leşkerên Tirk xaniyan dişewitînin û xera dikin. Li taxên Başak û Barbarosê heta niha bi dehan xanî hatine şewitandin. -
Li Nisêbînê 'pisporên îmhakirina bombeyan' ên dewletê îmha bûn
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, derket holê 2 tîmên taybet ên weke 'pisporên îmhakirina bombeyan' di nava êrîşan de cih digirtin, îmha bûne. -
Dewleta Tirk li Nisêbînê asê ma ye
Li Nisêbîna berxwedanê, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Yekîneyên Parastina Sivîlan nahêlin hêzên dewletê bikevin nava taxan. -
Li Bonnê civîna ji bo Cizîrê
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li bajarê Elmanya Bonnê tevlî civîna gel bû. -
'Li dijî polîtîkayên destavêtin û komkujiyê yên AKP'ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'
Endama Kordînasyona KJA'yê Sara Aktaş got, "AKP bi polîtîkayên şerê taybet re hewl dide di şexsê jinên Kurd de vîna gel bişikîne, lê wê ti carî bi ser nekeve. Li dijî polîtîkayên destavêtin û komkujiyê yên AKP'ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." -
Berxwedana li Şirnexê di roja 27. de dewam dike
Li Şirnexê, çeteyên Qesrê heta serê sibehê hewl dan bikevin nava taxên xwerêveberiyê. Di navçeya çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS/Jin de li taxên Yenî û Bahçelîevlerê şerekî dijwar qewimî. Bomberdûmana li herêmê jî dewam dike. -
Li Geverê derb li çeteyên Qesrê hat xistin
Li Geverê di encama teqînekê de 3 polîsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.