Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Amedê li dijî kontrayan çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de li ser operasyona artêşa Tirk a li Dêrsimê û êrîşên li Şirnex û Qabilcewzê de jî agahî hatin dayîn.
HPG'ê ragihand, li navçeya Colemêrg Çelê li dijî artêşa Tirk operasyon hatiye lidarxistin.
LI DÊRSIMÊ OPERASYON
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk roja 7'ê Nîsanê li qada Rojdere ya ser bi navenda Dêrsimê dest bi operasyonê kiriye.
Di vê der barê de ev agahî hatin dayîn:
"Sibeha 7'ê Nîsanê artêşa TC li qada Rojdere ya ser bi navenda Dêrsimê dest bi operasyonê kir. Piştî gera balafirên keşfê yên bê mirov a danê sibehê saet di 08:00 de, saet di 11:30 de balafirên şer bombe li qadên Zel, Şehîd Hogir û Kaşê Navîn barandin. Helîkopterên bi tîpa Skorsky saet di 13:00 de leşker danîn qadên Zel û Kaşê Navîn. Helîkoptera Kobra jî li Dola Şehîd Şahan, kaşê Zel û derdora gundê Rojdere xist. Saet di 19:00 de jî helîkoptera Kobra li heman herêmê xist. Piştî vê êrîşa helîkoptera Kobra hêzên me yên gerîla xwe berdan nava leşkerên TC ên li Kaşê Navîn û bi çekên ferdî derbên xurt li leşkeran xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran a li vê derê nehat zelalkirin. Roja 8'ê Nîsanê saet 08:00 de bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li qada Rojdere hat barandin. Operasyon 8'ê Nîsanê saet di 13:30 de bi awayekî bê encam mayî bi dawî bû."
LI FARQÎNÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ KONTRAYAN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, li çiyayên Mal Elîke yê ser bi navçeya Amed Farqînê, li pêşiya tîmeke kontra ya taybet a bi serkêşiya sercerdevan Erhan Kocaga kemîn hatiye danîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 8'ê Nîsanê saet di 20:00 de hêzên me yên gerîla li nêzî gundê Bêzwanê li hemberî vê tîma kontra çalakî pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de kontrayek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Mînîbusek wan hat şewitandin û ji ser van kontrayan 1 çeka bombeavêj, 15 guleyên wê, 2 êlekên êrîşê, 4 çeteyên piştê û jarjoreke debance hatin rakirin." HPG'ê destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên li Qabilcewzê jiyana xwe ji dest dan, hatiye lidarxistin.
LI QILABAN Û ÇELÊ ÇALAKÎ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, roja 9'ê Nîsanê saet di navbera 08:00-09:00 de li girê Şehîdan ê li navçeya Şirnex Qilabanê bi desteka helîkoptera Kobra leşker bi helîkoptera Skorsky hatine danîn û saet di 10:00 de tankek, kepçeyek û komek ji leşkeran li dora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûne. HPG'e diyar kir, li ser vê yekê hêzên gerîla bi çekên giran çalakî pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, kepçeyê jî derbeke giran xwar.
Di daxuyaniya HPG'ê de li ser çalakiya 9'ê Nîsanê ya li Çelê ev agahî hatin dayîn:
"Roja 9'ê Nîsanê saet di 10:00 de hêzên me yên gerîla bi çeka roketavêt B7 re, li kozikên qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Colemêrg Çelê dan. Hejmara kuştî û birîndarên leşkerên li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Tepê Ortê obus û hawan avêt gundê Nerwa û derdora wê."