10 şervan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin

10 şervanên YPG, Ceyş El Siwar (Artêş Şoreşgeran) û Asayîşê yên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hatin veşartin.

Ji bo şervanên jiyana xwe ji dest dan, di destpêkê de li stadyûma navenda Efrînê merasîmek hat lidarxistin. Cenazeyên şervanan dûre birin Goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq. Ji bo şervanan merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Alîkara Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Dîcle Husên li vir axivî û destnîşan kir, ku ew îro bi saya şehîdan dikarin bijîn.

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Stêf jî soza hilanîna tola şervanên azadiyê da û got, "Şehadeta hevalên me, israra me ya di têkoşîna azadiyê de zêdetir dike. Avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk a ji çeteyan hatiye paqijkirin, armanca me ya bingehîn e."

Li dû axaftinan nasnameyên şervanên azadiyê hatin xwendin û belgeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên azadiyê li ber dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.

Cenazeyên 4 şervanan (Harûn Rojhat, Egîd Çiya, Şoreş Kobanê) li goristana Şehîd Seydo hatin definkirin.

Cenazeyên 6 şervanan (Silêman Heco, Xelîl Muslim, Ehmed Reşîd, Yûsif Nûrî, Şoreş û ehemed Ebdo) li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna spartin axê.