KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê gelek endamên KJA û DBP'ê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê de gelek endamên KJA û DBP'ê hatin binçavkirin. -
Etho: Ciwanên Jin bi xurtî tevlî konferansê bûn
Endamê Meclîsa Ciwanan Alî Etho, 1. konferansa ciwanan a çend roj berê li Kobanê hat lidarxistin nirxand û got, "Sê sed delege tevlî konferansê bûn. Zêdeyî nîvê beşdaran ciwanên jin bûn." -
'Divê Kurd li dora stratejiyeke hevpar li hev bicivin'
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî ya Xurmatû Şamîl Kamîl diyar kir, rêxistinên îstîxbaratê li Xurmatû û Germiyanê di navbera gelan de aloziyê derdixînin û hişyarî da ku ev rewşa aloz di dema pêş de dikare rê li ber encamên bêhtir nebaş veke. -
Di konferansa Bakurê Sûriyeyê de desteka ji bo federalîzmê
Kombûna oldarên Rojava-Bakurê Sûriyeyê, ku ji bo hevnaskirina olan bi şiyara "aştî, hezkirin û edaletê" hat lidarxistin û gelek oldar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û jin beşdar bûn, bi weşandina encamnameyê bi dawî bû. -
Şêniyên Til Temir ji bêdengiya li pêşberî êrîşên çeteyan nerazî ne
Şêniyên Til Temir diyar kirin, çeteyên êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dikin pişta xwe dispêrin Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî van komkujiyan dan. -
Pîrê Elewî: Tevî komkujiyan jî em li vir man, em ê erdnîgariya xwe neterikînin
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Mehmet Yuksel destnîşan kir, ku AKP bi çêkirina kampa AFAD'ê li herêma Kurdên Elewî Terolarê re dixwaze, nasname û çanda Elewîtiyê ji destê wan bigire. -
Li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî: 2 mirî
Li navçeya Dêrikê li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî pêk hat, polîsek mir û welatiyê bi navê Sadettîn Bahçeçî jî jiyana xwe ji dest dan. -
Ji bo YPG'ê û Şêx Meqsûdê meşa piştgiriyê
TEV-DEM’ê ji bo piştgiriya şervanên YPG, YPJ û şermezarkirina komkujiyên ku li ser gelê Şêx Meqsûdê, meşek organîze kir. -
Cenazeyê Kaya bi tîlîliyan ve hate oxirkirin
Cenazeyê Azad Kaya yê ku li Sûra Amedê di 14'ê Adarê de bi 3 cenazeyan re ji navçeyê hatin derxistin, li Gorîstana Yenîkoyê bi tilîlî û dirûşmeyan hate definkirin. -
10 şervanên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
Bi hezaran kesî cenazeyên 10 şervanên YPG, Asayîş û Artêşa Şoreşgeran ên ku di berxwedana Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Agirê ku 4 seat in bi Tumena Jendermanyan ketiye didome
Di encama şerê dijwar yê ku li Şirnexê didome de, ev 4 seat in 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan dişewite. Gelek ambûlans diçin cihê şewatê. -
2 serçete li Şêx Meqsûdê hatin kuştin
Hate ragihandin ku di şerê şevê din ên li Taxa Seken Şebabî ya li rojavayê Şêx Meqsûdê de 2 serçete û 5 çeteyên din hatine kuştin. -
7 welatiyên ku li Silopiya hatin qetilkirin spartin axê
Di encama topbarana çeteyên Qesrê de li Taxa Başak û Barbaros ya Silopiyaya Şirnexê 7 welatiyên sivîl ên hatibûn qetilkirin, spartin axê. Li aliyekê din êrîşên li ser Taxa Başakê didome û di encamê de dengê teqînên dijwar rû didin. -
Cenazeyekî din ê li Sûrê hate qetilkirin hate teşxîskirin
Cenazeyê Azat Kaya yê 22 salî ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. 8 cenazeyên ji Sûra Amedê biribûn Saziya Tiba Edlî ya Elezîzê. -
Destûra bîranîna Azîz Yûral nehate dayîn
Xebatkarên tenduristiyê ji bo endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural ku di 30'ê Kanûnê de dema êrîşên qirkirinê li Cizîrê hat qetilkirin bi bîr bînin hatin navçeyê. Lê, ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin û piştî saetan neçar man vegerin. -
Li Şêx Meqsûdê 3 sivîlên din jî birîndar bûn
Di êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Meqsûdê de 3 sivîlên din jî birîndar bûn. -
Çeteyên Qesrê hewan avêt Qamişlo
Çeteyên Qesrê ku êrîşî Nisêbînê dikin, careke din topek hawanê avêtin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. -
Li Nisêbînê 2 tank hatin derbkirin
Li Nisêbînê 2 tankên bi navê ZPT ên ku xwestin bikevin taxan, ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jin ve hatin derbkirin. Tankên bi palet, bi alîkariya wesayîta barhilgir ji taxê hatin derxistin. -
Nahêlin xebatkarên tendirustiyê jî bikevin Cizîrê
Xebatkarên tenduristiyê ji bo endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural ku di 30'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin bi bîr bînin hatin Cizîrê. Lê, hêzên dewletê destûr nedan ku Xebatkarên tenduristiyê têkevin Cizîrê. -
Nasnameyên 5 şervanên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Yuksekdag: Em ji hêza xwe bawer bikin û li ber xwe bidin; AKP û Erdogan wê bibin xwelî !
Yuksekdag di kongreya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê de axivî, li hember êrîşên qirkirinê AKP’ê banga bilindkirina berxwedanê kir. -
Li Şirnexê bomberdûmanên hemwext
Li gelemperiya Şirnexê bomberdûmaneke dijwar a hemwext destpê kir. -
Li Hesekê ji bo sîstema federalî civîna nasandinê
Ji bo gelê Hesekê bi armanca nasandina sîstema federalî civîn hate lidarxistin. -
Xizmên Windahiyan: AKP birînek din li birînên me zêde kir
Li Amed û Êlihê, lêgerîna edaletê ya xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin berdewam dikin. Di çalakiyê de bertekên tund nişanî polîtîkayên şer yên AKP’ê hatin dayîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî diyalog û muzakere hat nişandan. -
Çeteyên Qesrê li Silopiyayê xaniyan dişewitînin
Xaniyên li taxa Başak a Silopiyayê ji aliyê çeteyên Qesrê ve tên şewitandin.