Li Nisêbînê 2 tank hatin derbkirin

Li Nisêbînê 2 tankên bi navê ZPT ên ku xwestin bikevin taxan, ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jin ve hatin derbkirin. Tankên bi palet, bi alîkariya wesayîta barhilgir ji taxê hatin derxistin.

Li Nisêbînê 2 tankên bi navê ZPT ên ku xwestin bikevin taxan, ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jin ve hatin derbkirin. Tankên bi palet, bi alîkariya wesayîta barhilgir ji taxê hatin derxistin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 2 tandên bi navê ZPT tên nasîn di dema ku xwestin bikevin taxên berxwedanê, ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jin ve hatin hedefgiritin û derbkirin. Tankên hatin derbkirin bi alîkariya wesayîtên barhilgir ji navçeyê hatin derxistin.

Hat zanîn ku di şer de leşkerek ji milê xwe bi perçeyê şarapnelê birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li herêma Weysîkê ya Taxa Firatê teqînek dijwar pêk hat û di encama teqînê de dûman bilind dibin. Şerên di navbera hêzên YPS, YPS-JIN û tîmên taybet de berdewam dike.