KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Eger em nebin yek, wê Enfal û Helepçeyên nû rû bidin'
Serokê Komeleya Quraniyên Komkujiya Helebçeyê Loqman Abdulkadîr da xuyakirin, ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas de ye û got, "Eger em di vê demê de nebin yek û hev neparêzin, wê komkujiyên nû yên Enfal û Helebçeyê rû bidin." -
Hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeya Mehsertê hatin girtin
Di serdegirtinên duh ên li ser rêxistinên HDP û BDP’ê yê Mesertê de, hevserokên DBP’ê yên navçeyê Mehmet Ozdemîr û Esra Yilmaz û hevseroka HDP’ê ya navçeyê Elmas Demîrcan hatibûn binçavkirin, bi îdîaya ku “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Li Silopiyayê 2 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Taxa Cûdî ya Silopiyayê de Hakîm Îrmez û Dundar Sansur hatin binçavkirin. -
Ciwana ku ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da
Ciwana bi navê Semra Çelik (17) ya berî 7 rojan li navçeya Kayapinar a Amedê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Çeteyên Qesrê bi ser maleke li kolana Selçûklû ya li Taxa Cevdet Paşa ya Wanê de girtin. Di serdegirtinê de 3 kes hatin binçavkirin. -
Înan ê YPS’yî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Vedat Înan (Şoreşger Gap) ê YPS’yî yê di berxwedana xwerêveberiya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li warê wî Wêranşarê hate oxirkirin. -
Gerîlaya YJA Star Kiliç hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ayşenûr Kiliç (Dorşîn Cevzî) ya li çoltera Sasonê di şer de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. -
Çeteyên Qesrê yên ku nikarin berxwedana Şirnexê bişkînin, bajar hildiweşînin
Li Şirnexê hêzên dewletê yên ku dixwazin bikevin herêmên xwerêveberiyê, li ser bersivên xurt yên şervanên YPS’ê û YPS-JIN bi neçarî vedikişin û bi bomberdûmanan hilweşandina bajêr didomînin. -
Ji kujerên Ozgecanê yek hate kuştin
Kujerên Ozgecanê Ahmet Suphî Altindoken û bavê wî Necmettîn Altindoken di girtîgehê de rastî êrîşa çekdarî hatin. Ahmet Suphî Altindoken hate kuştin. -
Şervanê YPS’ê Alturk hate oxirkirin
Şervanê YPS’ê Alî Alturk ê ku di berxwedana Silopya de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê ve li Dîlokê hate oxirkirin. -
Nûçegihanên DÎHA’yê Oktay û Akgul birin emniyetê
Nûçegihanên DÎHA’yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li Nisêbînê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta TEM'ê. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameya şervanekî YPG’ê ku di şerên Seken Şebab yê li Helebê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Ataman hate girtin
Nûçegihanê DÎHA yê stajyer Ziya Ataman ê li Wanê hate binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Li Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî didomin
Li Şirnexê û navçeyê wê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Abdullah Gungen hate binçavkirin. -
Dayika Uveyş li ser gora wê hate bibîranîn
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 24’ emîn salvegera wefata xwe de li ser goristana wê hate bibîranîn. -
Li Amedê gerîlayan çalakî li dar xistin: 4 leşker hatin kuştin
Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star a 10’ê Nîsanê li hember hêzên artêşa Tirk ên li Amedê de 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
Kurdan li Aachen û Normandie kongreyên xwe li dar xistin
Mala Gelê Kurd a Aachen û Navenda Civaka Demokratîk a Les Mûreaûx kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin. -
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê hate binçavkirin
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz hate binçavkirin. -
YPG: Li Helebê 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku di şerê dawî yê li Şêxmeqsûd de 5 endamên komên çete hatine kuştin. -
Bombe li taxên Silopiyayê tên barandin
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya di 4'ê Nîsanê de destpê kir, di roja 7. de dewam dike. Taxên Barbaros û Başak bê navbera ji aliyê tankan ve tên bombekirin. -
YPS: 31 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şerê duh ê li Nisêbîn, navenda Şirnexê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Gelê Qamişlo: Berxwedana Nisêbînê berxwedana me ye
Şêniyên Qamişloyê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li Nisêbînê dan û berxwedan silav kirin. -
'Sekvan li şûna xwe nedisekinî; em layiqî wî bin'
Sekvan Îlhan ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî derbasî Bakurê Kurdistanê û li nava refên YPS'ê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin. -
DAIŞ: Me êrîşa li dijî Girê Spî bi dewleta Tirk re plan kirin
Çeteyê DAIŞ'ê Septî diyar kir, piştî civîna li Reqqayê dewleta Tirk û çeteyan biryara êrîşa li hemberî Girê Spî dane. Çete Septî anî ziman, ku MÎT'ê destek daye wan û ji bo parastina DAIŞ'ê êrîşî YPG'ê kirine. -
Li Geverê şer giran e, agahî ji birîndarekî nayê girtin!
Li Geverê, di navbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime. Duh êvarê ji qereqolên li aliyê Şemzînanê gelek tank û maşînên zirxî ber bi taxên berxwedanê ve hatin veguhastin. Gundê Dara jî dorpêçkirî ye.