KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Keşîşxaneya Mor Yakûp bûye cihê dîkên şer!
Keşîşxaneya Mor Yakut a li başûrê Sêrtê ye, ji aliyê kesên li zêran digerin ve hat talankirin. Keşîşxane niha jî bûye cihê dîkên şer. Konseya Bajêr a Sêrtê restorekirina keşîşxaneyê xist rojeva xwe. -
'Li Hîroşîma û Nagazakî çi qewimî be, di Enfalê de jî ew hat serê me'
Ji şahidên tevgera Enfalê rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Seîd diyar kir, li Nagazakî û Hîroşîma çi qewimî be, di Enfalê de jî ew bi serê wan de hatiye. -
Çeteyên Qesrê li Cizîrê bi ser malan de girtin
Çeteyên Qesrê di ser gelek malên Taxa Nûr a Cizîrê ya ku bi rojan e di bin dorpêç de ye girtin. -
Li Hîlwanê bi îdîaya heqaret li Serokkomar kirine 5 kes hatin girtin
Li Hîlwanê bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk kirine 5 kes hatin girtin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
Li Colemêrgê Alîkara Hevşaredariya Colemêrgê Derya Çîftçî jî di nav de 6 kesên ku pêr hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Çeteyên Qesrê Gundê Mexsûdava bi darê zorê vala kirin
Çeteyên Qesrê bi darê zorê welatiyên gundê Mexsûdava ya Geverê ji gund derxist. -
Qamişloyî xwedî li berxwedana Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê derketin
Qamişloyî, berxwedana Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê silav kirin, êrîşên qirkirinê jî protesto kirin. -
Di saetên êvarî de li Nisêbînê bomberdûmana giran
Li Nisêbînê ku berxwedana xwerêveberiyê mehek e berdewam dike, taxên Kişla û Zeynelabîdîn tên bomberdûmankirin. -
Wekîlê Hevşaredarê Geverê hate binçavkirin
Li Gevera ku terora dewletê didome, Wekîlê Hevşaredarê Geverê Husnu Beşer bi serdegirtina malan ve hate binçavkirin. -
Hevserokê DBP’a Şirnexê Îdîn hate binçavkirin
Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Yahya Îdîn, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di nuqteya venêrînê ya polîsan de hate binçavkirin. -
Endama YPS-JIN'ê Yaray bi tîlîliyan hate oxirkirin
Endama YPS-JIN'ê Altun Yaray (Baran Asmin) ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li tenişta gora mamê wê gerîlayê HPG'ê Cezmi Altuntaş hate definkirin. -
Li hember wesayîta zirxî ya çeteyan çalakî
Li Nisebînê dema ku wesayîta zirxî ya çeteyên Qesrê derbas dibû teqîn çêbû. 4 çeteyên Qesrê birîndar bûn. -
Çeteyên Qesrê li Geverê malan dişewitînin
Êrîşên li hember Taxên Cûmhûriyetê û Gungorê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg a ku berxwedan lê didome, berdewam dike. -
32 jinên girtî sirgûn kirin
Hat zanîn ku ji Girtîgeha Jinan a Karataşa Edeneyê 32 jinên girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê kirine. -
Dîcle: Wê ji AKP û Qesrê hesab bê pirsîn
Heyeta KCD û HDP’ê li Hezexê lêkolînên xwe dewam kirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got berpirsê vê rewşa qetlîamê yekser dewlet e, destnîşan kir ku wê berpirs hesab bidin. -
Heybera ku zarokan dîtî teqiya: 2 kes birîndar bûn
Heybera ku zarokan li Taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dîtin, teqiya. Di necama teqînê de zarokek û Şeyhmûs Kaya (60) birîndar bûn. -
Li Şirnexê şer dijwar bûn
Çeteyên Qesrê di bin baranek zêde de bi tank, top, obus û çekên giran êrîşî Şirnexê dikin. Li bajarê ku şer lê dijwar bûne tevgera ambûlans û helîkopteran balê dikşînin. -
YPS: Li Nisêbîn û Şirnexê 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê encama şer û çalakiyên 3 rojên dawî eşkere kir. Li gorî vê yekê, li Şirnex û Nisêbînê 20 çeteyên Qesrê hatine kuştin. -
Li Qamişloyê motorsîkleta bombebarkirî teqiya
Li nêzî Sûka Navendî ya bajarê Qamişlo, motorsîkleteke bombebakirî teqiya. Ji ber teqînê 6 kes birîndar bûn. -
5 cerdevanên din îstifa kirin
Li navçeya Şemrexê, 5 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin îstifa kirin. -
Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan serî li ÎHD'ê dan
Malbatên 8 kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê dan. -
Ji bo şervanê YPS'ê Pîranî li Mexmûrê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPS’ê Elî Altûrk (Seyîtxan Pîranî) duh li Wargeha Mexmûrê mewlûd hat da -
Çeteyên KNS û ENKS'ê pitika di zikê dayika xwe de qetil kirin
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşa vê dawiyê de pitikek di zikê dayika xwe de hat qetilkirin. -
YPG: Li Şêxmeqsûd 11 çete hatin kuştin
Di şerê navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyan ê li taxa Şêxmeqsûd de 11 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Emre Aras (Bedran Wan) bi merasîmeke kub i hezaran kes lê amade bûn, li Wanê hat veşartin.