Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Emre Aras (Bedran Wan) bi merasîmeke kub i hezaran kes lê amade bûn, li Wanê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Emre Aras (Bedran Wan) ê di şerê 6'ê Nîsanê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî ji Goristana Akkopru ya Wanê hat wergirtin û birin taxa Yenî ya navçeya Armûşê ya Wanê. Bi hezaran kes li ber Komeleya Gelên Azad a taxa Yenî kom bûn û cenazeyê Aras pêşwazî kirin. Girseya cenaze bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan pêşwazî kir, bir Goristana taxa Yenî. Girseyê di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir û bê navber dirûşmeyên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Girseyê li goristanê piştî wecîbeyên olî cenaze li ber duayan spart axê. Dûre deqeyek rêz girt. Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar piştre li vir axivî û diyar kir ku gelê Kurd li Zîlan, Koçgirî, Dêrsimê tine nebû, niha jî tine nabe. Bavê Aras Samî Aras jî diyar kir ku Aras ne tenê şehîdê wî, şehîdê tevahiya gelê Kurd e.
PIŞTÎ MERASÎMÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî merasîma canaze bi dawî bû rêveberên DBP'ê yên Wanê Ahmet Enterîlî û Medenî Gumuştaş jî di navde 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.