Ji bo şervanê YPS'ê Pîranî li Mexmûrê mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPS’ê Elî Altûrk (Seyîtxan Pîranî) duh li Wargeha Mexmûrê mewlûd hat da

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şervanê YPS’ê Elî Altûrk (Seyîtxan Pîranî) ku 5’ê Nîsanê di çeperên berxwedana xwerêveberiyê ya Silopiyayê de bi sê hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de li ser navê malbatê pismamê Şehîd Seyîtxan Pîranî Bedran Altûrk, li ser navê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) Hevserokê Meclîsa SMŞ’ê Mihemed Kara û li ser giringiya û wateya şehîdan Fermandara YJA-Starê a Eniya Mexmûrê Rengîn Roza axivîn.
 
Mewlûda duh di saet 15:00’an de bi rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngî û wateya şehadeta di ber gel û welatê xwe de ji fermandarên YJA-Starê ya Eniya Mexmûrê Rengîn Roza axivî. Roza di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şehîdan ji bo gel û welatan. Roza got, "Eger civakek bixwaze pêşerojek azad û ronî ava bike, ji bo vê bedelên giran divê werin dayîn. Lewra Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî yek ji nimûneyên herî berbiçav a vê yekê ye. Şehîd Seyîtxan Pîranî jî, bi vê fikrê û bi armanca avakirina pêşerojek azad ji bo gelê xwe, bê ku teredût û dudilî bijî, li her sê parçeyên Kurdistanê, bi taybet di rizgarkirina Kobanê de rolek mezin leyîst û herî dawî di berxwedana xwerêveberiyê a li dijî çeteyên Qesrê de, bi awayek qehremanî şer kir û gihişt asta şehadetê."

Roza axaftina xwe wiha bi dawî anî; "Lewra em wek hevrêyên şehîd Seyîtxan, soz didin ku heta em azadiya Rêbertî, gelê xwe yê Kurd û welatê xwe Kurdistan bidest nexin, em ê vê tekoşîna xwe bernedin. Di dawiyê de em di kesayeta şehît Seyîtxan de tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn û dibêjin serê Rêbetî, malbatê, gelê Mexmûrê û gelê Kurd sax be."
 
Li ser navê malbatê, pismamê wî Bedran Alturk hestên xwe bi van gotinan anî ziman; "Şehîd Seyîtxan ji xebatên ciwanan ên Stenbolê bigire, heta şerê rizgarkirina Kantona Kobanê û herî dawî di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de hatiye destpêkirin de cih girtiye û bi vî awayî li hemberî zilma çeteyên qesrê yên Erdogan di encama şerekî dijwar de jiyana xwe ji dest da. Lewra naxwazim zêde dirêj bikim, ji ber hevalek ewqas binirx, qehreman û xwedî kesayet bû, bi rojan jî binîm ziman wê kêm be. Ji bo wê hem wek pismamê wî, hem jî wek hevalek wî, di kesayeta şehadeta wî de, tevayî şehîdan bibîr tînim, dibêjim serê Serok Apo, gelê Kurd û hevrêyên wî sax be. Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo, serkeftin be.”
 
Piştî axaftinên mewlûdê bi dawî bûn, sînevîzyona ku li ser jiyan û kesayeta Seyîtxan Pîranî hatî amadekirin, hat nîşandan.