Çeteyên KNS û ENKS'ê pitika di zikê dayika xwe de qetil kirin
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşa vê dawiyê de pitikek di zikê dayika xwe de hat qetilkirin.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşa vê dawiyê de pitikek di zikê dayika xwe de hat qetilkirin.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku ENKS jî endamekî wê ye, ji 16'ê Sibatê ve bênavber taxa Şêxmeqsûd a Helebê topbaran dikin. Îro jî seat di 11:15'an çeteyan careke di bin çekên giran û sekvanan êrîşî taxê kirin. Di encama êrîşan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîlên din jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa birîndariya jinek ducanî (Şêrîn Hebeş (30) û Faris Hisên (50) giran e.
Şêrîn Hebeş a ducanî bi guleya sekvanekî ji zikê xwe û Faris El-Hisên jî bi guleya sekvan ji serî û zikê xwe birîndar bûn. Di vê êrîşê de pitika di zikê dayika xwe de hat qetilkirin.
Hînê jî sekvanên çeteyan, sivîlan hedef digirin.
Ji aliyek din ve, şevê din li Seken Şebabî û taxa Muxaberat di navbera şervanên YPJ/YPG'ê û çeteyan de şer derket. Ev şer heta niha didome. Li gorî agahiyan, heta niha bi dehan çete hatine kuştin û birîndarkirin.