KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Dêrsimê tevgera leşkerî
Li herêmê leşker di nava liv û tevgerê de ne. Ji hewayê ve jî sewiyata leşkerî hat kirin. -
Hêzên dewletê ji Nisêbînê tên qewirandin
Li Nisêbînê berxwedan di roja 29. de ye. Hêzên dewletê yên hewl didin xwe berdin nava taxên berxwedanê, her carê ji aliyê YPS'ê ve tên qewirandin. Li navçeyê careke din şerekî dijwar destpê kir. -
Malbata Erdem ê YPS'yî: Dewlet hovîtiyê li cenazeyên me dike
Malbata Yûnûs Erdem ê YPS'yî, ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe xwest, hêzên dewletê êrîşan bisekinînin. Bav Erdem got, "Bila dewlet bes hovîtiyê li cenazeyên me bike." -
Sofî: Sedema kaosa li Sûriyeyê dewleta netewe, yekparêz û totalîter e
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî destnîşan kir, ku Sûriye êdî mîna berê nabe û diyar kir, eger Sûriyeyeke demokratîk û azad tê xwestin divê were qebûlkirin ku ev yek bi rêxistinbûyîneke federal re pêkan e. -
Têkildarî 7 navçeyên din jî biryara 'cemawerîkirina lezgîn' hat dayîn
Desteya Wezîran, têkildarî Hezex, Cizîr, Qoser, Gever, Çelê, Peyas û Baglarê biryara 'cemawerîkirina lezgîn' wergirt. -
Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Komên çete yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê, êrîşên xwe yên bi fuze û hawanan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin. -
Berxwedana li Şirnexê di roja 28. de ye
Li Şirnexê, bomberdûman û êrîşên duh tevahiya rojê dewam kirin, îro danê sibehê ji nû ve giran bûn. -
Gelê Hezexê: Em TOKÎ û hikûmeta AKP'ê naxwazin
Mehşe Îrfan a li Hezexê dijî diyar kir, yekane berpirsyarê şer hikûmeta AKP'ê ye û got, "Em ê dîsa jî li ser xaka xwe bijîn. Em TOKÎ û hikûmeta AKP'ê naxwazin." -
Cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên li Cizîr, Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, li Dêrikê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Li Qamişloyê teqîn
Li taxa Kornîş a Qamişloyê, ji ber teqîna bombeyekê sivîlek birîndar bû. -
Mizgîna biharê: Agirê gerîla
Bi hatina biharê re gerîla û xweza roj bi roj bêhtir digihêjin hev. -
Li serê kolanên Xurmatû dîwar hatine lêkirin
Li navçeya Xurmatû, ku par di meha Mijdarê de di navbera Kurdan û Tirkmenan de şer derket, her çend ev şer qediya be jî alozî hînê dewam dike. Şêniyên navçeyê kolanên xwe bi lêkirina dîwaran girtin. -
Ebû Mehmûd: Dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê wê bê şikandin, Minbic wê azad bibe
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatiye ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkê û bendên kontrolê yên li bajarê ev 2 sal in dagir kirine, bi du qatan zêde kirin. -
Endamê PM’ê yê DBP’ê Sîncar hat binçavkirin
Endanê PM’ê yê DBP’ê Ridvar Sîncar, dema ku diçû mala xwe ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat binçavkirin. -
Li hemberî tabûra leşkerî çalakî
Gerîlayên HPG/ YJA-STAR'ê li hemberî 34’emîn Tabûra Sînor a li bajarokê Rûbarok a Şemzînanê çalakî li dar xistin. -
Li Nisêbînê li dijî wesayîta zirxî çalakî
Li hember taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên çeteyan didomin. Wesayîta zirxî ya Ejder dema dixwest bikeve taxên berxwedanê rastî çalakiya YPS’ê hat. Piştî çalakiyê li taxê şer destpê kir. -
Çeteyên Qesrê li Mêrsînê 5 zarok birîndar kirin
Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê polîsan li gel ku ti bûyer nînin jî li taxa Fahrettînpaşayê zarok gulebaran kir û di êrîşan de yek ji wan giran 5 zarok birîndar bûn. -
Li Kolnê polîsan bi ser avahiya NCKD de girtin
Li Bajarê Koln ê Elmanyayê polîsan bi ser avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin. Polîsan ketin û derketina komaleyê girtin, lêgerîn didin destpêkirin. -
Çeteyên Qesrê zarokek li Nisêbînê birîndar kir
Di şerê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê didome de, çeteyên Qesrê li navçeyê bê serûber gule reşandin, di encamê de zarokek birîndar bû. -
Çeteyê Qesrê yê li Nisêbînê birîndar bibû, mir
Çeteyê Qesrê yê bi navê Serkan Yilmaz ku duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi giranî birîndar bibû mir. -
Li Freîbûrgê AKP hate protestokirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê û li gelek bajarên Elmanya li dijî faşîzma AKP’ê çalakiyên protestoyî bi awayekî hemwext hatin lidarxistin. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Ataman hate binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA’yê yê stajyer Ziya Ataman ê ku li Wanê nûçe dişopand hate binçavkirin. -
Bi hezaran li Parîsê peyam dan AKP’ê: Dest nede rûmet, xweza û axa min
Bi hezaran kesên ku li Parîsê kom bûn, kampa AFAD’ê ya ku AKP’e hewl dide li herêma gundên Kurdên Elewî ya li Bazarcixê ava bike protesto kirin. -
Hevseroka Genel-Îş a Şaxa Şirnexê Îdîn hate binçavkirin
Hevseroka Genel-Îş a Şaxa Şirnexê Zeynep Îdîn, dema ku ji Basayê dihat Cizîrê hate binçavkirin. -
Di êrîşa li ser Şêx Meqsûdê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Êrîşa komên çete ya li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didome. Di encamê de kesekî din jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.