Hêzên dewletê ji Nisêbînê tên qewirandin

Li Nisêbînê berxwedan di roja 29. de ye. Hêzên dewletê yên hewl didin xwe berdin nava taxên berxwedanê, her carê ji aliyê YPS'ê ve tên qewirandin. Li navçeyê careke din şerekî dijwar destpê kir.

Duh bi şev, di encama êrîşeke bi roketan a li hemberî maşîna zirxî de 3 polîsên tevgera taybet bi giranî birîndar bûn.

Li Nisêbînê, berxwedana li dijî êrîşan roj bi roj mezintir dibe. Hêzên dewleta Tirk ên hewl didin xwe berdin nava taxên berxwedanê, her carê kuştiyan didin û neçar dimînin xwe vekişînin. Duh jî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên tevahiya rojê şerekî giran lê qewimî, bi top, hawan û obusan hatin bombekirin.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk duh êvarê bi giranî li xeta Goristana Veysîka, Kolana Çaxçax, derdora Nexweşxaneya Dewletê ya berê û xeta Stasyonê giran bûn. Di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de bi saetan şer qewimî. Di encama şer de hêzên dewleta Tirk ji herêmê hatin qewirandin.

3 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET BIRÎNDAR BÛN

Wekî din li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder a hewl dida bikeve taxê, çalakiyeke bi roketan hat lidarxistin. Di encamê de 3 polîsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hêzên dewleta Tirk li ser vê yekê ji dûr ve gule li taxê reşandin.

XANÎ TÊN XERAKIRIN

Danê sibehê, hêzên dewleta Tirk careke din dest bi xerakirina xaniyan kirin. Bi obus û topan xanî tên xerakirin û li hin cihan şer diqewime.

ŞER DEWAM DIKE

Li aliyê din, yek ji cihên berxwedan lê dewam dike taxên Zeynelabîdîn û Kişlan e. Li hemberî van taxan êrîşên dewletê dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bi pêş de biçin, topan davêjin taxan. Êrîş zêde bûne û di navbera endamên YPS û hêzên dewletê de şerekî dijwar diqewime.