Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî destnîşan kir, ku Sûriye êdî mîna berê nabe û diyar kir, eger Sûriyeyeke demokratîk û azad tê xwestin divê were qebûlkirin ku ev yek bi rêxistinbûyîneke federal re pêkan e.
Sofî girîngiya Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirekan ji ANF'ê re nirxand.
Sofî da xuyakirin, ku ji bo çareseriya kaosê girîng e sedemên wê baş werin fêmkirin û destnîşan kir, heta ew sedem ji holê neyên rakirin kaos bi dawî nabe.
Sofî got, "Sedema bingehîn a koasê, rêxistinbûyîna dewleta netewe, totalîter û yekparêz e. Lewma avakirina dewleteke nû ya netewe, ji bilî kûrkirina kaosê nayê ti wateyê. Ji netewe dewletê wêdetir, çareseriya neteweya demokratîk dikare bibe derman ji hemû pirsgirêkên gelan re. Rêxistinbûyîneke federaliya demokratîk a xwe dispêre biratiya gelan û mafê xweseriyê radestî hemû komên etnîkî û civakî re dike, dikare hemû nakokiyan çareser bike. Îro li cîhanê gelek mînakên dewletên federal hene. Ev dewlet li gorî dewletên netewe, xurtir û zexmtir in. Sîstemên welê ne ku hemû beşên civakê xwe bi awayekî azad vebêjin, di nava rewşeke demokratîk de xwe temsîl dikin. Yekîtiya bi vîn a li nava van sîsteman, ji yekîtiyên ji neçarî yên înkarê hezar qatî xurtir û zexmtir e."
YEKÎTIYA JI NEÇARÎ RÊ LI BER KAOSÊ VEDIKE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî da xuyakirin, ku sîstema neteweya demokratîk projeya parçekirina civakan nîne û ev tespît kir: "Ev sîstem, yekîtiyeke xurt a demokratîk e ku xwe dispêre biratiyê. Xwe naspêre komekê yan jî aliyekî etnîkî. Sîstemeke dildar e ku hemû gel di nava azadî û wekheviyê de dijîn. Bi rastî jî gelek nasname û mozaîka dewlemend a Sûriyeyê ancax dikare di nava sîstemeke bi vî rengî de bi hev re bijîn, bi hev re neteweya demokratîk ava bikin. Netewe dewleta unîter a yekparêz berê jî ne modeleke çareseriyê bû, niha jî wê nebe çare. Wê kaosê kûrtir bike û hîn bêhtir felaketê bîne serê gelan. Sedema bingehîn a trajediya îro ya li Sûriyeyê ev modela dewletê ye. Lewma pêşeroja Sûriyeyeyek azad-demokratîk di nava federasyona demokratîk de ye. Ji ber vê yekê Federasyona Sûriyeya Demokratîk a Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî û Tirkmenan, ku xwe dispêre azadiya bi hev re, modeleke divê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn esas were girtin e. Yekane rêya rizgariyê ye. Welatîbûneke ne azad û ne bi vîn, dişibe zewaceke ji neçarî. Jiyanê diherimîne, dike dojeh. Ya di dawiyê de cihêbûn pêk tê, ya jî rê li ber trajediyên mezin vedike. Ya ku ev pênc sal in li Sûriyeyê diqewime, berhema vê bihevrebûna neçarî ye. Bi kêrî ti gelî nayê, di heman demê de rê li ber felaketan vedike."
FEDERASYONA PARÇEBÛNA SÛRIYEYÊ NÎNE
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî destnîşan kir, ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji aliyê erdnîgarî û etnîkî ve ya komeke etnîkî nîne û diyar kir, ev yek ya hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn e. Sofî da xuyakirin, ku federasyon ne parçebûna Sûriyeyê ye, beşek ji Sûriyeyê ye û got, "Kantonên Rojava herêmên herî aram ên Sûriyeyê ne. Ji her alî ve herêmên herî ewle yê Sûriyeyê ne. Û ev yek ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Ez di wê baweriyê de me, wê di dema herî nêz de îspat bibe ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî wê çareseriya herî rast e."
'SIBEROJ NETEWEYA DEMOKRATÎK E'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî diyar kir, divê tevahiya gelê Sûriyeyê xwedî li vê modelê derkevin û anî ziman, girîng e feyzê ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê werbigirin û li herêmên xwe bi cih bînin.
Sofî ragihand, siberoj neteweya demokratîk e û got, "Siberoj Sûriyeyeke federal e. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê gava pîroz derkevin û ji bo siberoja Sûriyeyeka demokratîk û azad serketinê ji her kesî re dixwazim."