Malbata Erdem ê YPS'yî: Dewlet hovîtiyê li cenazeyên me dike
Malbata Yûnûs Erdem ê YPS'yî, ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe xwest, hêzên dewletê êrîşan bisekinînin. Bav Erdem got, "Bila dewlet bes hovîtiyê li cenazeyên me bike."
Malbata Yûnûs Erdem ê YPS'yî, ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe xwest, hêzên dewletê êrîşan bisekinînin. Bav Erdem got, "Bila dewlet bes hovîtiyê li cenazeyên me bike."
Malbata Yûnûs Erdem ê YPS'yî yê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe xwest, hêzên dewletê êrîşan bisekinînin. Bav Erdem got, "Bila dewlet bes hovîtiyê li cenazeyên me bike."
Li Nisêbînê, berxwedana şervanên YPS û YPS Jinê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk, dewam dike. Çeteyên Qesrê yên derbên giran dixwin û gelek kuştiyan didin, xwe ji nêzî taxan vedikişînin û ji dûr ve bombeyan li taxan dibarînin. Cenazeyên endamên YPS'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, ji ber êrîşên hêzên dewletê nikarin werin rakirin. Yûnûs Erdem ku li Zanîngeha Kafkas a Qersê dixwend, bi destpêkirina êrîşên çeteyên Qesrê re hat Nisêbînê û tevlî nava refên YPS'ê bû. Erdem roja 6'ê Nîsanê di şerê li hemberî hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê endamê YPS'ê Yûnûs Erdem ji ber êrîşan nikare bê rakirin. Malbata Erdem a li Êlihê dijî ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe hat Mêrdînê. Malbatê bi rêya ÎHD'ê serî li rêyên qanûnî da û ji bo rakirina cenazeyê xwe ji dewletê xwest êrîşên xwe bisekinîne.
'BILA BES HOVÎTIYÊ LI CENAZEYÊN ME BIKIN'
Bav Mehmet Şah Erdem da xuyakirin, ku kurê wî li Zanîngeha Kafkas a Qersê xwendekarê beşa tenduristiyê bû û dema êrîşên qirkirinê yên dewletê destpê kirin, berê xwe da Nisêbînê û tevlî nava refên YPS'ê bû. Bav Erdem diyar kir, dema wî li nûçeyan temaşe dikir pê hesiya ku kurê wî roja 6'ê Nîsanê di şerê li hemberî hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest daye. Bav Erdem, ji bo rakirina cenazeyê xwe ji dewletê xwest êrîşên xwe bisekinîne û korîdorê veke. Erdem işaret bi sûcê şer ê dewleta Tirk bi mehan e li Kurdistanê dike û wehşeta li Sûr, Cizîr û Silopiyayê li cenazeyan hatin kirin bibîr xist. Erdem anî ziman, ku ji bo wehşeteke bi vî rengî li Nisêbînê dubare nebe, divê dewlet êrîşan bisekinîne û ew jî karibin cenazeyên xwe rakin. Bav Erdem diyar kir, ji bo rakirina cenaze wan serî li rêyên qanûnî jî dane.
'BI ÊRÎŞAN RE NIKARIN BI SER KEVIN'
Bav Erdem destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi êrîşan û dorpêçiyê re nikare li Kurdistanê bi ser keve û got, "Bila dewleta Tirk hurmetê nîşanî daxwazên gelê Kurd bide. Li hemberî daxwaza xwerêveberiyê, bi bombekirin û kirina sûcê şer re, encam bi dest nakeve."
Erdem da xuyakirin, ku divê dewlet derhal li pêvajoya muzakere û çareseriyê vegere û diyar kir, eger ev neyê kirin, gelê Kurd wê li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe bide.