Di êrîşa li ser Şêx Meqsûdê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Êrîşa komên çete ya li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didome. Di encamê de kesekî din jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Komên çete yên qaşo girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de ne, êrîşên xwe yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. Di encama êrîşan de welatiyekî din ê bi navê Xelîl Osman jiyana xwe ji dest da. Her wiha 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûne navên wan Tewfîk El-Hesen (37), Mihemed Sîno (62), Bişar Hac Ehmed (16) e. Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin navenda Heyva Sor a Taxê.
Bi vê yekê hejmara kesên ku di êrîşên ji 16’ê Sibatê ve didomin, gihiştin 87 kesan û hejmara birîndaran jî 628 kes in. Li gorî Heyva Sor jî hejmara kesên ku di êrîşên di Îlona 2015’an de destpê kirine û heta niha 102 kesan jiyana xwe ji dest dane û 658 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve jî li aliyê Şêx Meqsûda Xerbî di nava şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de, şer rû didin. Hate zanîn ku di encama şer de gelek çete hatine kuştin.