Cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên li Cizîr, Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, li Dêrikê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û herêmên Berav û Koçerat, cenazeyên têkoşerên YPG'ê û HPG'ê û Asayîşê Şoreş Azad (Hozan Serhed) ê li Silûkê jiyana xwe ji dest da, Ehmed Berxwedan (Ehmed Resûl) ê di 19’ê Adara 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, endamên Asayîşê Ednan Domo (Ebû Rebî) û cenazeyê şervanekî HPG'ê ku li Şengalê jiyana xwe ji dest daye ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwaneke ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Şêniyan alên  YPG/YPJ’ê, TEV-DEM, Hêzên Asayîşê, HPG’ê û destegul hilgirtibûn û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re berz kirin.

Dema ku karwan gihîşt goristanê şervanên YPG/YPJ’ê û Endamên Asayîşê cenazeyên hevriyên xwe hilgirtin ser milên xwe û  derbasî goristanê bûn. Cenazeyên têkoşeran li qada merasîmê ya  goristanê hatin danîn. Piştre jî şervanan û endamên Asayîşê merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Dûre Fermandara YPJ’ê Roza Dêrik axivî. Roza di destpêk axaftina xwe de sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got, wan bi fedekariya xwe êrîşên çeteyan pûç kirine.

Paşê jî Hevserokê Meclîsa herêma Beravê Hesen Hemze jî axivî û bal kişand ser berxwedana şervanan a li Kobanê, Cizîr û Şengalê. Hemze diyar kir, ku cangoriyan ew ji dijminên mirovahiyê parastin e.

Di dawiya merasîmê cenazeyên cangoriyan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.