Bi hezaran li Parîsê peyam dan AKP’ê: Dest nede rûmet, xweza û axa min
Bi hezaran kesên ku li Parîsê kom bûn, kampa AFAD’ê ya ku AKP’e hewl dide li herêma gundên Kurdên Elewî ya li Bazarcixê ava bike protesto kirin.
Bi hezaran kesên ku li Parîsê kom bûn, kampa AFAD’ê ya ku AKP’e hewl dide li herêma gundên Kurdên Elewî ya li Bazarcixê ava bike protesto kirin.
Bi hezaran kesên ku li Parîsê kom bûn, kampa AFAD’ê ya ku AKP’e hewl dide li herêma gundên Kurdên Elewî ya li Bazarcixê ava bike protesto kirin.
Bi hezaran kesên ku bi banga Hewldana Gurgumê ya Ewropa kom bûn, Kampa AFAD’ê ya ku rejîma AKP’ê di çarçoveya polîtîkayên qirkirina çandî, civakî û siyasî de hewl dide li herêma ku gundên Kurdên Elewî ku gundê Terolar a girêdayî navçeya Bazarcix a Gurgumê jî di nav de ye, ava bike protesto kirin.
Bi hezaran kes saet 13.00’an li paytexta Fransa Parîsê ji ber Gare de I’Est bi pankartên “Dest nasname, rûmet, axa min nede”, “Li Gurgumê ji qirkirina Elewiyan re na”, “Em li axa xwe kampa DAIŞ’ê naxwazin” û bi dowîzên “Em ê rê nedin qetlîamek duyemîn a Gurgumê”, “Em li Gurgumê kampa DAIŞ’ê naxwazin”, “Dest rûmet, deşta min nede” ve meşiyan. Girse bi dirûşmeyên “Qatil, Diz Erdogan” heta Qada Repûblîqûe meşiya. Li vir mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de Endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Zubeyîr Aydar axivî û her wiha li ser navê Mala Gel a Bazarcix-Elbîstan a Parîsê, Dergaha Pîr Sûltan Abdal a Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê, ACTÎT, HDP-HDK, ODAK, FÛAF, Mala Çanda Anatolya ya Nûrhak, Mala Çandê ya Sînemlîler axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku di serî de Kurdistan, hewl tê dayîn ku ji bo Kurd, Elewî, şoreşgeran tevahî welat veguherînîn dojehê, faşîzma AKP’ê jî ji bo qetlîamek duyemîn a Gurgumê li navçeya Bazarcix a Gurgumê bingehê amade dike.
Di axaftinan de bal hat kişandin ku bi vê kampê ve armanca ji herêmê valakirina Elewiyan heye, hate destnîşankirin ku dewleta ku Elewî bi dehan caran ji qetlîaman re derbas kiriye, bi saxî şewitandine, koçberiyê li ser ferz dike, di domahiya dîroka fermî ya bi xwîn de Elewiyan çok netewandine, serî netewandine.
Piştî axaftinên ku peyamên, “Yên nikarin bi qetlîaman çokan li gelê me bişkînin, bi Sunîkirina gundên Elewî ve hewl didin bigihêjin hedefên xwe. Lê, wê nikaribin bi ser kevin, em ê li ber xwe bidin, bi ser kevin” hate dayîn, mîtîng bi dawî bû.