Çeteyên Qesrê li Mêrsînê 5 zarok birîndar kirin

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê polîsan li gel ku ti bûyer nînin jî li taxa Fahrettînpaşayê zarok gulebaran kir û di êrîşan de yek ji wan giran 5 zarok birîndar bûn.

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê polîsan li gel ku ti bûyer nînin jî li taxa Fahrettînpaşayê zarok gulebaran kir û di êrîşan de yek ji wan giran 5 zarok birîndar bûn. 

Li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsûs a Mêrsînê, polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin taxê rexmê ku ti bûyer an jî çalakî nebûn jî polîsan tax serûber gulebaran kirin. Di gulebaran polîsan de zarokê 15 salî yê bi navê E.Y. ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû, zarokê bi navê B.B. jî ji piyê xwe birîndar bû. E.Y. ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. B.B. jî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. 

Li ser êrîşên polîsan, ciwanan berê xwe dan taxê, polîs ji taxê derxistin û barîkat danîn ketina taxê. Polîsan carek din êrîşî ciwanan kir û li ser êrîşê jî ciwanan bi kevir û molotofan bersiva polîsan dan. Di vê êrîşê de jî 3 zarokên din ji pê û noqên xwe birîndar bûn.

Polîs ji ber berxwedana ciwanan neçar ma ku ji taxê vekişe. Ciwan jî sekna xwe didomînin.