KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyan careke din êrîşî Şêxmeqsûdê kirin
Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê, dîsa bi gazên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsud a Helebê dikin. 6 kes birîndar bûn. -
YPG: Berxwedana şervanên me bê navber berdewam dike
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan 11’ê Nîsanê şev û roj berdewam kiriye, di vir de maşîneyeke leşkerî û doçkayeke 14,5 mm a çeteyan hatiye rûxandin. -
Li Şirnexê şer û bomberdûman berdewam dike
Li Şirnexê li hember herêmên berxwedanê bomberdûman berdewam dike, wesayîtên zirxî û çekên ku li ser avahiyên bilind bi cih kirine, taxên ku bend û xendek lê nîne didin ber guleyan. -
Li Kerkukê 12 jê çeteyên DAÎŞ’ê, 24 kes hatin girtin
Asayişa Kerkûkê, têkildarî operasyonên her 2 hefteyên meha Nîsanê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Ji Amedê peyam: Bila kesek li bendê nemîne ku em paşde gavê bavêjin
Gelê Amedê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî soza mezinkirina berxwedanê dan. -
Çelik a ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû kuştin spartin axê
Ciwana bi navê Semra Çelik (17) a di encama guleya çeteyên Qesrê de ji serê xwe birîdar bibû, şevê din dema dermankirinê jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê. -
‘Dagin Kadin Halî’ jî hate qedexekirin
Piştî pirtûka “Devrîmîn Rojava Halî”’ ya ji weşanên Ceylan, vê carê jî pirtûka “Dagin Kadin Halî” hate qedexekirin. -
YPS: Berxwedana me ya li dijî çeteyan dewam dike
YPS'ê da xuyakirin, ku têkoşîna wan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û Qesrê li ser bingeha berxwedaneke mezin dewam dike. -
HPG: Li Hênê 34 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, roja 11'ê Nîsanê saet di 23:05'an de hêzên gerîla li hemberî Fermandariya Jendermeyan a li navçeya Amed Hênê bi madeyên teqemeniyê yên bi bandor çalakiyek pêk anîn û di encamê de 34 leşker mirin, 70 jî birîndar bûn. -
Li Hewengê servîsa dibistanê qelibî: 30 kes birîndar bûn
Li Hewengê, mînîbusa servîsa dibistanê qelibî. Di qezayê de 29 jê zarok 30 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şîpal bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Şîpal (Baz Mordem) li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
Li gundê Dara yê Geverê gumana 'înfazê'
Hat hînbûn, li gundê Dara yê Geverê çeteyên AKP/Qesrê hin birîndar înfaz kirine. -
KCK'ê li dijî dagirkeriya AKP'ê banga berxwedanê kir
KCK: Ya ku dixwazin bikin ne îstimlaqkirineke ji rêzê ye... Ya ku AKP dike dagirkerî ye... Li dijî êrîşên fîzîkî û planên qirkirinê yên di bin navê veguherîna bajêr de tên kirin, divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide. -
'Oldarên bêdeng dimînin ji komkujiyan berpirsyar in'
Ji qisekerên konferansa hevpar a baweriyan Xelef bal kişand ser komkujiyên li ser navê ol tên kirin û destnîşan kir, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeh ji jiyana hevpar a baweriyan re amade kiriye. -
Hozat: 2013 plana tesfiyeyê bû, AKP ji berê ve xwe ji şer re amade kiribû
Hozat der barê gefa "derxistina ji welatîbûnê" ya Serokkomarê Tirk Erdogan de Hozat got, "Kurd ji xwe ti carî nebûne welatiyên Komara Tirkiyeyê. Weke welatî jî nehatine dîtin." -
Bomberdûmana li Geverê didome
Li Geverê, ji ber bomberdûmana ji duh bi şev û vir ve bênavber tê kirin, gelek xanî bûn xirbe. Di navbera hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxan û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar qewimî. -
Êrîşên li Şirnexê ji nû ve destpê kirin
Êrîşên hêzên rejîma Tirk ên li Şirnexê danê vê sibehê ji nû ve destpê kirin. Li bajêr, ku operasyonên qirkirina siyasî jî didomin, 2 kes hatin girtin. -
MSD: Hilbijartinên Sûriyeyê rewa nîne
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) da xuyakirin, ku hilbijartinên parlamentê yên li Sûriyeyê bên lidarxistin, rewa nîne. -
Ji bo endamê YPS'ê Sekvan Îlhan mewlûd hat dayîn
Ji bo endamê YPS'ê Sekvan Îlhan li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mewlûd hat dayîn. -
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mehsertê hatin girtin
Hevserokên DBP'ê yên Mehsertê Mahmût Ozdemîr û Esma Yilmaz û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Elmas Demîrcan ku berî du rojan di serdegirtina polîsan de hatin binçavkirin, bi îdîya "propaganda rêxistinê" hatin girtin. -
Sariyildiz: Gelê me bêkes nîne; em bi xurtî tevlî kampanyayê bibin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku gelê Kurd bêkes nîne û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku bi xurtî beşdarî kampanya 'Malbata Bira' bibin. -
Ev çi 'dewlemendî' ye ku di nava nîv salê de tine bû
Jineke ji Stenbolê hat Başûrê Kurdistanê, rewşê bi gotina "Bi taybetî di nava salekê de gelek tişt guherîn. Dema ez nû hatim, navendên bazarê-kirîn tijî mirov bûn. Ev şeş meh in hikûmet mûçeyan nade. Mirov gelekî mexdûr bûn" kurteber dike. -
Nasnameya şervanekî li Helebê jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê li Helebê di şer de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Li Hênê herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn
Li navçeya Amed Hênê, di çalakiya duh bi şev a li hemberî Qereqola Jendermeyan de herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin. Bi dehan leşker jî birîndar bûn. -
Hunermendên Elewî: Eger Elewî xwe birêxistin nekin, gotina 'Alî' jî wê bibe sûc
Hunermendên Kurd ên Elewî, ji bo li warê Kurdên Elewî kamp neyê çêkirin hatin Mereşê, hişyarî dan ku ji komkujiya li gelê Kurd tê kirin mezintir wê komkujî li civaka Elewiyan bê kirin.