Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameya "Polîtîk Alan" a Med Nûçe de mijarên di rojevê de nirxand.
Hozat li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku gotibû "Eger PKK mîna sala 2013'an ji nava sînor xwe vekişîne, hevdîtin dikare ji nû ve destpê bike" ev nirxandin kir:
"Di navbera Davûtoglû û Erdogan de ti nêrîneke cuda nîne. Nêzîkatiya herduyan li pirsgirêka Kurd li ser bingeha înkar û tinekirinê ye. Her du jî heman tiştî dibêjin. Di navbera gotinên Davûtoglû û Erdogan de ti cudahî nîne. Pêvajoya di sala 2013'an de çi bû? Polîtîkaya tesfiyeyê ya AKP'ê bû. Gotin 'Hûn hêzên xwe vekişînin derveyî sînor, em ê jî gavê bavêjin'. Hêz ji nava sînor hatin vekişandin. Lê ti gaveke şênber avêt? Zemîneke hiqûqî, qanûnî ya vê amade kir? Piştî ku gerîla xwe vekişand derveyî sînor, amadekariyên xwe yên şer dewam kir. AKP'ê li her derê qereqol, bendav, HES, rêyên ji bo armancên ewlekariyê çêkir. Sîstema cerdevaniyê berfireh kir. Li Rojava şer kir. AKP'ê şer dewam kir. Tecrîd bi rengekî cuda di pêvajoya diyalogê de jî dewam kir. Şert û mercên Rêberê me lê tên ragirtin, mercên wî yên tenduristiyê nehatin başkirin. Mercên ewlekariyê nehatin başkirin. Ji bilî HDP'ê heyeteke din bi Rêberê me re hevdîtin kir? Rêxistina me karîbû bi Rêberê me re hevdîtinê bike? Eger pêvajo ji bo çareseriyê bûya, wê demê diviyabû rêxistinê, PKK'ê yekser bi Rêber Apo re hevdîtin bikira. Ti hevdîtin hat kirin? Na. Diviyabû çapemeniyê, medyayê, rêxistinên civakî yên sivîl yekser bi Rêberê me re hevdîtin bikira. Eger qala pêvajoyekê tê kirin, wê demê diviyabû çavekî sêyemîn hebûya. Ti ji van nebû. Hevdîtinên li Îmraliyê hatin qeydkirin? Fermiyeteke vê, qeyda vê heye? Îmzeyek heye? Îmzeyek ji aliyê Rêberê me û heyeta dewletê ve li cihekî heye? Na."
'AMADEKARIYA VÎ ŞERÎ PIŞTÎ SALA 2013'AN JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HAT KIRIN'
Hozat destnîşan kir, ku ya hingî hat meşandin siyaseta mijûlkirinê, siyaseta tesfiyeyê bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ti ji van nehatin kirin. Berevajî, amadekariyên şer hatin kirin. Şerê îro tê meşandin, ne şerekî ku amadekariyên wê di Tîrmehê de hatiye kirin e. Amadekariya vî şerî bi salan e tê kirin. Bi taybetî piştî sala 2013'an li Kurdistanê amadekariyên mezin hatin kirin. Ji destpêkê ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti nêrîn plan û bernameya AKP'ê tine bû. Niha jî nîne. AKP dixwaze şerê topyekûn kûr bike, polîtîkayên qirkirinê xurtir bike û bi vî rengî pêvajoyê bimeşîne. Ya ku Erdogan dibêje ev e. Dibêje 'Ez ê siyaseta qirkirinê hîn bi bandor bimeşînim'. Davûtoglû jî heman tiştî dibêje.
Radibin dibêjin 'Bila PKK teslîm bibe, çekê deyne'. Siyaseta ku dimeşînin siyaseteke tesfiyeyê ye. Erdogan dibêje 'Ya wê serî bitewînin, ya jî wê serî bidin'. Dibêje 'eger li ber xwe bidin, ez ê wan tine bikim'. Davûtoglû jî heman tiştî dibêje. Radibe dibêje 'Eger teslîm bibin, pêvajoya diyalogê dikare pêk were'. Piştî ku teslîmiyet çêbû, wê diyalog çi bê kirin? Em bi ti awayî van daxuyaniyan cidî nabînin."
'KURD JI XWE TI CARÎ NEBÛN WELATIYÊN KOMARA TIRKIYEYÊ'
Der barê gefa Erdogan a 'derxistina ji welatîbûnê' de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ev nirxandin kir:
"Daxuyaniyeke gelekî îronîk e. Ji xwe Kurd welatiyên Komara Tirkiyeyê nînin. Ti carî jî weke welatiyên Komara Tirkiyeyê nehatin dîtin. Gelo nêzîkatiya li Tirkan û li Kurdan weke hev e? Kurd xwedî mafê wekhev ê welatîbûnê ye? Li Kurdistanê timî komkujî hat kirin. Zîndan, girtîgeh bi Kurdan hatin dagirtin. Li Kurdistanê qirkirinên mezin ên çandî, siyasî û aborî hatin meşandin. Xizaniyeke dijwar li Kurdistanê serdest e. Kurd nikarin kar bibînin, nikarin bixebitin. Koletiyê dikin, xizmetkariyê dikin. Ka welatîbûn? Weke gelekî nasnameya Kurdan nehat naskirin, hat înkarkirin. Li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 mîlyon Kurd hene û weke gelekî nasname, hebûn, ziman û çanda xwe nayê naskirin. Gelekî bi vî rengî gelo bi çi rengî welatiyê welatekî ye? Erdogan hewl dide daxuyaniyên bi vî rengî weke şantajê li ser Kurdan bi kar bîne. Dixwaze vê bêje: 'Hûn hemû terorîst in, hûn hemû dijminê min in. Ez dikarim bi her awayî siyaseta komkujiyê li hemberî we bimeşînim, ev rewa ye. Di vê çarçoveyê de dikarim bajaran bopmbe bikim, xera bikim, we qetil bikim, bigirim'. Ji xwe ya tê kirin ev e."
Hozat da xuyakirin ku ev polîtîkayên AKP û Erdogan ji aliyê ruhî û hestî ve Kurd ji dewletê, ji Tirkiyeyê qut kiriye û got, "Ne tenê Kurd û Tirk, civaka Tirkiyeyê jî parçe kiriye. Civaka Tirkiyeyê niha parçe bûye. Weke beşa li cem Erdogan cih digirin û beşa li hemberî Erdogan, civak parçe bûye. AKP polîtîkaya 'parçe bike, bi rê ve bibe' dimeşîne."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat herî dawî destnîşan kir, ku divê li hemberî êrîşa topyekûn berxwedan bê nîşandan.