Li gundê Dara yê Geverê gumana 'înfazê'

Hat hînbûn, li gundê Dara yê Geverê çeteyên AKP/Qesrê hin birîndar înfaz kirine.

Li gund Darayê yê Gevera Colemêrgê û bejahiya wê di şeva 10'ê Nîsanê de piştî hêlbûna dengê çekan 12 cenaze şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Gundê ku 7 kîlometre dûrî Geverê ye ji hewayê ve bi helîkopterên ji aliyê Gever û Şemzînanê ve hat dorpêçkirin û her wiha ji bejahiyê ve jî bi dehan tank û topan gund hat dorpêçkirin. 

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, li bejahiya gund şer qewimî û bi awayekî dijwar heta derengiya şevê dewam kir. Li ser vê gundiyan xwestin bibin 'Mertalên zindî' û pêşî li şer bigirin. Bi vê re ji wesayîtên zirxî gundî gulebaran kirin. Bi vê gulebaranê re hin gule li dîwarên malan jî ketin. 

Ji wesayîtên zirxî yên ketin nav gund jî anonsên "Bila kes dernekeve derve, em ê bera we bidin bidin" hatin kirin. Her wiha rayedarên leşkerî yên li keyayê gund geriyan bi vî awayî "Kî derkeve derve em ê wî/wê bikujin. Bila kes ji malê dernekeve" gef lê xwarin. 

BINÇAV KIRIN Û PIŞTRE GULE LÊ REŞANDIN

Gund û derdora wî yên heta danê sibehê hatin gulebarankirin û bombebarankirin û di lêgerînên danê sibehê yên 11'ê Nîsanê de li gor veguhastinên çavkaniyên herêmî kesek bi birîndariyî hatiye zevtkirin. 

Li gor vegotinên şahidên bûyerê, ev kesê bi birîndariyî hatiye girtin ew birine cem wesayîtên zirxî yên li ser rêya sereke hatibûn bicihkirin. Li vir piştî nîqaşa di navbera amîrên JOH'an de kesê birîndar xistine hundirê wesayîta zirxî û ji wesayîtê 4 caran dengê çekê hatiye. Piştî dengê çekan hat bihîstin, ambûlans sewqî cihê bûyerê kirin. Ev yek gumana înfazê xurtir dike.

GULE LI 11 BIRÎNDARAN REŞANDIN

Piştî bûyerê bi awayekî li derdora gund ji danê nîvro ve gelek wesayîtên zirxî hatin bicihkirin. Li asîmanên gund jî helîkopter û Heronî dest bi keşfê kirin. Li gor agahiyên ji gundiyan hatin wergirtin, di lêgerînên li derdora gund de ji wna hin jê birîndar 11 kes hatin ferqkirin. Lê belê hat diyar kirin ku ev 11 kes bi gulebaraniyî hatine înfazkirin û cenazeyê wan demeke dirêj li naverastê mane. 

LEŞKERÊN TIRK LI SER CENAZEYAN WÊNEYÊN 'BÎRANÎNÊ' KIŞANDIN

Hat diyarkirin ku endamên JOH'î li ber cenazeyên aîdî kesên hatin qetilkirin wêneyên "bîranînê" kişandine û cenaze xistine kîsan. Piştî xistine kîsan ew bi xwêr ve kişandine û ew xistine hundirê wesayîtên zirxî. Dema cenaze dibirin wesyaîtên zirxî ew kêlî û dema hat kişandin. 

12 cenaze dawiyê bi wesayîtên zirxî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Der bareyê nasnameya cenazeyan de ti agahî bi dest neketin. Her wiha Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di malpera xwe ya fermî de da xuyakirin ku li herêmê 13 kes hatine kuştin.