BI DÎMEN

Li Kerkukê 12 jê çeteyên DAÎŞ’ê, 24 kes hatin girtin

Asayişa Kerkûkê, têkildarî operasyonên her 2 hefteyên meha Nîsanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berpirsiyarê Giştî yê Asayîşê Simko Mahmûd ve hat dayîn. Daxuyanî wiha ye: “Weke Asayîşa Kerkûkê di operasyonên di nava 2 hefteyên meha Nîsanê de, 12 jê alîkarî û piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dikin, bi giştî 24 kes hatine girtin.”

Mahmûd têkildarî kesên hatine girtin agahî da, piraniya xwe qeyda wan li ser bajarokên Diyala û Selaheddîn in. Mahmûd wiha anî ziman:  “ Di encamên operasyonên 2 hefteyên meha Nîsanê de ji aliyên hêzên me ve 24 kes hatine girtin. Ji van 12 jê çeteyên DAÎŞ’ê ne û dihatin lêgerîn. Ji yên hatine girtin 6 kes bi sûcê ku madeyên hişber difirotine. Dîsa di nava yên hatine girtin de jî 3 kes dema ku li Taxa Rehîmayê di malekê de 24.000 dolar û miqtarek zêr dizîbûn hatin girtin. Her wiha kesek ji ber ku li Domîzê zarokek revandibû hate girtin. Yên ku hatin girtin Kurd, Ereb û Tirkmen in.”

LI SER HELWESTÊN GEL Û PÊŞÎLÊGIRTINA BIÇEKKIRINÊ YE

Simko Mahmûd, li ser helwestên gel biryarên nû yên ji bo ewlekariyê hatine girtin jî eşkere kir. Mahmût wiha got: “Li Kerkûkê dema ku lîstoka fitbol an jî di dawetan de gelek kes çekên ferdî li gel xwe dibin û bê serûber guleyan direşînin û jiyana gel dixin nava metirsiyan. Di van mijarên de ji niha û şûn de kesên ku di nava bajar de çekan bi kar bînin dikeve nav çarçoveya sûç de. Gulereşandina ji çekan dema bê tesbîtkirin wê der barê wan de doz bên vekirin.”