Êrîşên li Şirnexê ji nû ve destpê kirin
Êrîşên hêzên rejîma Tirk ên li Şirnexê danê vê sibehê ji nû ve destpê kirin. Li bajêr, ku operasyonên qirkirina siyasî jî didomin, 2 kes hatin girtin.
Êrîşên hêzên rejîma Tirk ên li Şirnexê danê vê sibehê ji nû ve destpê kirin. Li bajêr, ku operasyonên qirkirina siyasî jî didomin, 2 kes hatin girtin.
Terora dewleta Tirk a li Şirnexê û berxwedana li hemberî van êrîşan di roja 29. de ye. Duh ji ber mij û bahoza dijwar, danê êvarê navber ji şer re hatibû dayîn. Ji ber baran û bahoza heta ber destê sibehê dewam kir, şêniyên bajar şeva herî aram û bêdeng a 20 rojên dawî jiyan.
Lê belê êrîşên li hemberî taxên berxwedanê bi hilatina rojê re ji nû ve destpê kirin. Tevî obus û topên li taxên Bahçelîevler, Yenî, Cûmhûriyet û Dîcleyê tên barandin, ji kozikên li ser avahiyên bilind hatine çêkirin, hêzên dewleta Tirk guleyan li bajêr direşînin. Bi taybetî, ji avahiyên bilind ên li derdora taxa Yenî gule li qada berxwedanê tên reşandin.
Piştî baran sekinî, li ser bajêr balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopter ketin nava tevgerê.
Li aliyê din, pêla girtin û binçavkirinan a li hemberî şêniyên bajêr ên ji Şirnexê derketine û diçin navçe û gundên derdorê dewam dike. Welatiyên bi navê Bakî û Nezîr Katar ên duh hatin binçavkirin, îro ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Şirnexê ya nobedar ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Abdullah Gungen ê hat binçavkirin jî tê payîn sewqî Edliyeya Şirnexê bê kirin.