Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiya li navçeya Amed Hênê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî faşîzma dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne; di şexsê hevala me Dorşîn hanî (Ayşenûr Kiliç) a li Qabilcewzê şehîd ket, ji bo bîranîna şehîdên Qabilcewzê û li dijî terora dewleta mêtînger a bi fermana 'ya hûnê serî bitewînin, yan jî serî bidin' a Erdogan li Nisêbîn, Şirnex û Geverê tê meşandin, hêzên me yên gerîla çalakiyeke berfireh a bersivdayînê lidar xistin."
HPG'ê der barê encamên çalakiyê de ev agahî da:
"Roja 11'ê Nîsanê saet di 23:05'an de hêzên gerîla li hemberî Fermandariya Jendermeyan a li navçeya Amed Hênê bi madeyên teqemeniyê yên bi bandor çalakiyek pêk anîn. Li Fermandariya jendermeyan a nêzî 200 leşker lê bûn; avahiya nîzamiye, 2 mewzî, 1 kûle, 1 tank, 1 panzer û gelek maşînên di hundirê tabûrê de şewitîn û îmha bûn. 2 avahiyên di nava Fermandariya Jendermeyan de bûn, bi giranî rûxiyan û bûn xirbe.
Di encama çalakî û teqînê de hat tespîtkirin ku 34 leşker mirine, zêdeyî 70 leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC ji navend û navçeyên Amedê gelek ambûlans şand herêmê û desteka helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Di çalakiyê de nuqteyên leşkerî hedef hatine girtin û çalakî bi awayekî serketî bi encam bûye.
Piştî çalakiyê artêşa TC ketin û derketina navçeya Hênê qedexe kir. Li navenda navçeyê liv û tevgereke xurt heye.
Nûçeyên ku TSK'ê li ser encamên çalakiyê pêşkêşî medya şerê taybet kir û di medya şerê taybet de tê weşandin, ji bilî nixumandina rastiyê, nayên ti wateyê. Mezinahî û encamên teqînê, ji dîmenê kurt ê hatiye weşandin jî xweş tê fêmkirin."
LI XÎZANÊ 6 LEŞKER Û KONTRAYEK HATIN KUŞTIN
Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê her wiha diyar kir, li hemberî hêzên artêşa Tirk ên li navçeya Bedlîs Xîzanê derketin operasyonê çalakî hatiye lidarxistin û di vê der barê de jî ev agahî da:
"Roja 10'ê Nîsanê artêşa Tirk li bejahiya qadên Girê Sor, Nizarê Azê, Sirtê Pîsyan, Girê Hemeta yên navçeya Bedlîs Xîzanê tevî cerdevanan dest bi operasyonê kir. Piştî ku artêşa TC giranî da ser herêmê, hêzên me yên gerîla xwe berdan nava wan. Bi vê çalakiyê re şer qewimî û heta danê êvarê dewam kir. Di dema şer de helîkoptereke Skorskyk ya artêşa Tirk hewl da leşkeran deyne ser girekî nêz û di vê kêliyê de hêzên me derbên bi bandor li helîkopterê dan û nehiştin leşkeran deyne. Helîkoptereke bi tîpa Kobra bi hawara wê ve hat, lê hêzên me derb li vê jî dan. Di şerê li vir de 6 leşker û kontrayek hatine kuştin û cenazeyên wan heta danê êvarê di bin kontrola hêzên me de man e. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Qabilcewz û Motkiyê şehîd ketin, hatiye lidarxistin. Operasyona li vê herêmê hînê dewam dike."