Ev çi 'dewlemendî' ye ku di nava nîv salê de tine bû
Jineke ji Stenbolê hat Başûrê Kurdistanê, rewşê bi gotina "Bi taybetî di nava salekê de gelek tişt guherîn. Dema ez nû hatim, navendên bazarê-kirîn tijî mirov bûn. Ev şeş meh in hikûmet mûçeyan nade. Mirov gelekî mexdûr bûn" kurteber dike.
DEVRÎŞ ÇÎMEN
HEWLÊR / ANF
sêşem, 12 avrêlê 2016, 08:24
"Di sala 2013'an de hatim Başûrê Kurdistanê. Di nava vê dema derbasbûyî de, bi taybetî di nava saleke dawî de gelek tişt guherîn. Mirov zû xizan bûn. Dema ez nû hatim, Navendên Bazarê bi mirovan tijî bûn. Li her derê, li kafeyan, restorantan, otelan, firoşgehan mirov tijî bûn. Ciwan xwedî alavên teknolojîk bûn. Hin jê du sê heb telefonên ji modela dawî bi kar dianîn. Li malekê çend wesayît, gelek televîzyon û kompûter hebûn. Her kes di nava jiyaneke lukse de bûn. Lê belê hikûmet niha mûçeyên şeş mehan nikare bide. Mirov gelekî mexdûr bûn. Kafe, Navendên Bazarê, restorant, otel, her der vala bûne. Înşaet sekinîne. Pereyê mirov pê tiştekî bikire nîne. Mirov gelekî bi hêrs in û li benda çareseriyê ne. Rêveberî jî li şûna peydakirina çareseriyê, gel mijûl dike."
Li Başûrê Kurdistanê ÇAVKANIYÊN KRÎZÊ
Beşa 1.
Jineke ji Stenbolê hat li Silêmaniyeyê bi cih bû, rewşa roja îro ya li Başûrê Kurdistanê bi vî rengî kurteber dike...
Baş e ev dewlemendiyeke çawa ye ku di nava nîv salê de têk diçe?
Sîstemeke çawa ye, ku tevî zelaliya pirsgirêkan jî dike nake alternatîfekê nafirîne?
Rêveberiyeke çawa ye ku hem pirsgirêkê dafirîne, hem jî weke navnîşana çareseriyê tê dîtin?
TENGAVIYA DI NAVBERA 'GENDALÎ' Û 'QEYRANÊ' DE...
Tê gotin, ji 5 mîlyon 200 hezar mirovên li nava sînorên Başûrê Kurdistanê dijîn 1 mîlyon 400 hezar kes ji hikûmetê mûçe werdigirin. Tê texmînkirin nîvê van pêşmerge, hêzên asayîşê û ewlekariyê ne. Tê gotin ev bi tena serê xwe pirsgirêkek e. Di nava şeş mehên derbasbûyî de, di serî de karmendan, mirovên ji beşên cuda yên pîşeyî nikarîbûn mûçeyên xwe werbigirin; yên mayî beşeke kêm a mûçeyê xwe stendin. Hin kes jî ne ji cihekî tenê ji çend cihan mûçeyan digirin. Ev ne tiştekî veşartî ye, êdî rewşeke 'dizîtî' yan jî 'xizaniyê' heye ku hatiye qebûlkirin.
Li Başûrê Kurdistanê hin nelirêtiyên din jî hene. Nelirêtiya elîtan a ji çavkaniyên petrolê bi dest xistine, bûye êdî rewşeke hatiye peijrandin. Halbûkî sedema bingehîn a krîzê ev e.
Li Başûrê Kurdistanê ji nelirêtiyê yan jî dizîtiyê re "gendalî", ji krîza ji ber vê rû dide jî "qeyran" tê gotin. Ev her du gotin niha li ser zimanê her kesî ye. Bêyî gotinên Qeyran û Gendalî li ti cihî sohbet nayê kirin. Ev 'dewlemendiya' ne zelal, ji mêj ve bûye sîstemek. Tiştekî balkêş e, lê daxwaz û hêrsa dewlemendbûnê ketiye rojeva her kesî. Zîhniyeteke her tiştî bi pere divîne, bandorê li civakê dike. Ji ber vê yekê ye; hin kes xwedî her tiştî ne, hin kes jî xwedî tiştekî nînin.
VEGOTINA KRÎZÊ..
Em bi kurtasî qala krîza mûçeyan a hewl tê dayîn bi Bexdayê re bê vegotin. Di Kanûna 2014'an de rêveberiyên Hewlêr û bexdayê hikum hatibû dayîn ku petrola Kerkûkê jî di nav de rojane 550 hezar warîl petrol di ser Iraqê re bê firotin. Di berdêla vê de jî biryar hatibû dayîn ku hikûmeta Iraqê ji sedî 17 ê para budçeyê bide rêveberiya Hewlêrê û mûçeyên karmendan bişîne. Lê belê hikûmetên Kurdistanê û Bexdayê ev berpirsyariyên xwe bi cih nanîn. Hikûmeta Kurdistanê biryar da çavkaniyên xwe yên xwezayî di 1'ê Tîrmeha 2015'an de ji hikûmeta navendî ya Iraqê cudatir bifiroşe.
KRÎZA SÎSTEMÎ
Petrola Kurdistanê, ev demeke dirêj de tevî DYA û welatên Rojavayî rê li ber Tirkiyeyê jî vekir ku li herêmê 'siyasetê' bike. Tevî gelek welatên rojavayî, gelek şîrketên Tirk jî li herêmê dest bi lêgerîna petrolê kirin. Herêma Kurdistanê, tevî ku DYA nedixwest û Bexda li dij derdiket jî, yekser ji devê Serokwezîr Nêçirvan Barzanî ji raya giştî re eşkere kir ku bi Tirkiyeyê re ji bo 50 salan peyman mor kiriye û eger pêwîstiyê pê bibîne wê vê demê dirêjtir bikin. Her wiha ji malpera înternetê ya fermî ya hikûmetê hat ragihandin ku DYA, Çîn, Îngilîstan, Fransa, Norwêc, Kanada, Tirkiye, Rûsya, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Hîndîstan jî di nav de bi fîrmayên 17 welatan re li qada petrol, gaz û enerjiyê peyman hatine morkirin. Rewşeke ecêb e; mirovên ku çavkaniyên xwe ji bo talan bike bi ewqas welatan re li hev kirine. Her wiha tiştekî balkêş e, mirovên ku 6 mehên piştî xwe nabîn radibe peymaneke 50 salan a pêşeroja mirovan eleqedar dike mor dike. Ya herî balkêş jî bêdengiya li pêşberî vê rewşê ye.
Lewma krîz berevajî îdîayên tên kirin, ne aborî ye, krîz bingehînî ye, sîstemî ye, siyasî ye. Ji ber vê yekê civakî ye. Bazara li vê derê hatiye afirandin, bûye palpişta Tirkiye û Îranê. Ya ku bûye para Kurdan jî esnafî yan jî firotina malan weke bazirganan.
Herêma Kurdistanê ku li Iraqê xwedî statuya federal e, nikare gelek pirsgirêkan çareser bike. Lê tevî vê yekê jî bi dû modela netewe dewlet ketiye ku li gelek deverên cîhanê hewl tê dayîn ji holê were rakirin. Tevî ku dema wî ya wezîfeyê bi dawî bûye jî Mesûd Barzanî di pratîkê de weke Serokê Herêma Kurdistanê tevdigere. Ji bilî PDK'ê ev yek ji aliyê gelek partiyên siyasî ve nayê qebûlkirin. Tevî hemû pirsgirêkan û krîza heyî jî Barzanî di nava salê de diyar kir, ku ew ê bi referandûmê re serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî gel bike. Gelek derdor dibêjin ev gav rasteqîn nîne û dibêjin; Barzanî ji bo nerazîbûnên li nelirêtiyê, krîzê û serokatiyê pûç bike, serxwebûnê weke joker bi kar tîne. Di rewşa heyî de mijarên ku rojeva siyasetê mijûl dikin, di vê çarçoveyê de ne.
SÛÇDAR KÎ YE?
Li Başûrê Kurdistanê siyaseta serdest û civak gelekî ji hev dûr ketine. Bêhêvîtî, bêbawerî û reşbînî di nava civakê de serdest bûye. Hemû sohbet li ser krîzê ne. Lê belê ti ji nêzîkatiyan çareseriyê peyda nakin. Her kes bi tenê pirsgirêkê tespît dike; kes alternatîfê dernaxîne holê. Ev bi serê xwe pirsgirêkek e.
Sîstem jî li şûna ku mirovan ji rêxistinbûyîneke civakî û çareseriyê re amade bike, li dora berjrewendiyên partiyên siyasî li hemberî hev radike. Ev dijberîkirin, rê li ber bêbawerî û nefretê vedike. Ev rewş dibe astengiya herî mezin li pêşiya rêxistinbûyîna civakî. Alîgirên PDK, YNK û Goran hevdu sûcdar dikin.
Dema li Başûrê Kurdistanê bûm min firsend dît li her sê partiyan guhdarî bikim. Min alîgirên her sê partiyan jî mafdar dît! Her sê partî bi siyaseta xwe re dibin sedema pirsgirêkan. ji xwe di rewşa heyî de hemû partî hevparê hikûmetê ne. Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê mûxalefet nîne. Bi mehan e ev parlament naxebite. Rojnamevanekî li ser mijarê analîz nivîsandî wiha digot: "Dixwazin parlamentê weke şîrketekê bi rê ve bibin. Çawa ku li şîrketekê patron, rêveberî û karker hene, li parlamentê jî rewş bi heman rengî ye."
Di navbera civakê û siyasetê de bêbaweriyeke kûr heye, lê balkêş e tevî vê yekê jî gel îsyıan nake. Ji xwe tirsa 'îsyan dikare pêk were' tirsa herî mezin a hemû siyasetmedaran e. Ji ber ku serî rakirina gel tê wateya hilweşandina desthilatdariyê.
MODELA DEWLETA PETROLÊ...
Herêma Kurdistanê ev 25 sal in ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin; lê ev rewş nû ye. Bi taybetî li nava statuya federal a piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA ve derket holê, bi qasî tê zanîn zêdeyî 30 mîlyarder û bi hezaran mîlyonerên dolaran hene. Ev rewş, ji bo herêmeke ku di demeke nêz de bûye xwedî statu, bêedaletî û pirsgirêkek cidî ye. Ev rewş çavkaniya pirsgirêkên siyasî û aborî yên roja îro ye. Dewlemendiya Başûr a bi petrolê bi demê re rê li ber xemsariya hilberînê vekiriye. Her kes dixwaze bêyî tiştekî hilberîne, dewlemend bibe. Şert û mercên afirandineke xwecihî gelekî heye; lê kes pêwîstî bi vê nabîne. Siyasetmedarên Kurd hesabê wê kirin, ku wê hatineyên petrolê timî be, bêyî hesab bide Bexdayê wê herêma Kurdistanê mîna Erebîstana Siûdî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Qatar û Qûweytê bibe 'dewleta petrolê'. Lê ev hesabê li malê hat kirin, li sûkê nehat.
REWŞA HEYÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ...
Axa Başûrê Kurdistanê jî mîna siyaseta xwe ye. Di serî de Hewlêr, Silêmaniye û Duhok her der qada şantiyeyê ne.. Temambûna van înşaetan zehmet xuya dike. Pereyê pêwîst, qediya. Dema pere qediya, mirov jî naxebitin. Rojnamevan Patrîck Cockbûrn vê rewşê bi van gotinan kurteber dike: 'Otel û navendên bazarê yên bi heybet ên qediyan e jî vala ne. Ev hemû avahî bûne nîşaneya neserketina Rêveberiya Herêma Kurdistanê û mîna Dûbaî yan jî Qûweytê hewl dida bibe dewleta petrolê."
Li Helebçeya nifûsa xwe 100 hezar e, hotelek jî nîne. Lê li Hewlêrê 10 jê hotelên ji pênc stêrkan, 60 jê hotelên ji çar stêrkan bi giştî 490 hotel, motel an jî pansiyon hene. Kurdekî ji bo karê hotelê bike ji Bakurê Kurdistanê hat got, 'Berî sê salan li hotelan cih nedihat dîtin. Niha vala ne, kes nayê. Hoteleke ku zerarê nake, nîne. Zêdeyî 100 hotelan deriyê xwe girtin'. Li Silêmaniyeya ku bi qasî 200 hotel, motel û pansiyon hene, aqûbeta bi dehan ji wan bi heman rengî ye. Wekî din sîstemeke têrker a elektrîkê nîne, ava vexwarinê têrker nehatiye belavkirin, sîstema çûn û hatinê ya otobusên nava bajaran nehatiye rûniştandin, sîstema kanalîzasyonê nîne, sîstema parizandina avê nîne, xizmeta çopê ya şaredariyê kêm e, sîstema vegerîn-veguherandinê nîne, polîtîkayeke pêşî li qirêjbûna hewayê bigire nîne, rêyeke sererast a bê kort nîne. Ji bo çêkirina van ked divê, lê ji ber ku ev xizmet kesî dewlemend nake, kesek pê re mijûl nabe.
AVAHIYÊN DÛRÎ RASTIYÊ...
Min gotibû 'her der bûye qada înşaetê'. Belê, endezyar li gorî pêwîstiya civakê avahiyan çênakin; li gorî avahiyan hewl didin civakeke bafirînin. Çawa? Em mînakên vê bidin... Midûra Firotinê ya Park Viev a luks a li navenda Hewlêrê bilind bûye Marîam Kahîl ji koavra kar û aboriyê ya Tirk a bi navê Exporting Iraq a bi Tirkî û Erebî tê weşandin re axivî. (pêşniyar dikim, ku mejiyê 'mêtîngeriyê' yê li pişt vê kovarê lêkolîn bikin) Kahîl di vê hevpeyvîna xwe de wiha dibêj: "Erbîl bajarekî li pêşketinê vekirî û zû pêş dikeve ye. Ji bo her sektorê bazar heye. Bi taybetî di sektora avahiyê de, bi nêrîna ku gaveke mezin bavêjin em ketin ser rê. Ne tenê avahî me xwest qadeke jiyanê ya malbat lê kêf bikin, ava bikin. Di vê çarçoveyê de me pêwîstiya herêmê bi projeyên avahiyên luks dîtin û biryar dan projeya Park View bixin meriyetê." Kahîl di dewama hevpeyvînê de qala navendên sporê, navendên fitness, hawizên girtî, squash, hîndekarên pilates, yoga, sauna, hemam, odeyan masajê, salonên bedewbûnê, cafe û hwd. ên li nava van avahiyan dike.
Belê mîna çîrokan e. Çi xweş li şert û mercên Kurdistanê tên ne welê? Li cihekî û di rewşeke xeteriyeke mîna DAIŞ'ê bi tenê 50 kîlometre dûrî wê ye û kes nizane wê siberoj çawa be, nayê zanîn ku bi van çîrokan re kî tên xapandin.
'XIZMETKARÊN' JIYANA LUKS
Tevî Park Viev li Hewlêrê American Village, Italian City, English Village, Swedish Village û Dream City, li Silêmaniyeyê Garden City, German Village û sîteyên mîna wan li dora heman çîrokê hatine çêkirin. Avahiya bilind a bi navê "Empire World" a li Hewlêrê ku tê wateya "Cîhana Împaratoriyê" navendeke karsazan e. Li cihekî ku hilberîna xwecihî lê nîne, gelo ev cihê dişibe qesreke berê ya împaratoriyê, bi kêrî çi tê? Meraq dikim.
Wekî din li van 'cihên taybet' di heman demê de ewlekarên taybet û xizmetkarên taybet jî hene. Ev mirovên weke 'xizmetkar' tên binavkirin, beşeke mezin a wan ji welatên Rojhilat ve tên û bi buhayekî erzan tên xebitandin.
HEVRIKIYA TIRKIYE Û ÎRANÊ...
Ev navendên bajarê-kirînê yên weke City an jî Mall tên pênasekirin, bi dîzayna Amerîka hatine çêkirin, lê piraniya malên di nav de ji Tirkiye yan jî Îranê hatine. Li gundan jî mastê ji febrîqeyên "Mersîn", "Pinar", "Yoroksut" tê xwarin. Kamûran Bakir ê ji bajarokê Mawat dibêje, "Ewqas keda ji bo mastê me, ne hêja ye. Ji ber ku em mast bi erzanî ji dikanê dikirin. Lewma kes naxwaze zehmetiyê bikişîne. Ji xwe, mastê ez çêbikim, ez ê bifiroşim kê? Her kes ji marketan dikirin." Ne tenê mast, hema hema hemû madeyên xwarinê tên kirîn.
DILSOZIYA BI WESAYÎTAN RE...
Serkêşiya sektora wesayîtan jî Toyota ya Japonya dike. Dûre Honda û Nîssan a Japonya û KIA û Hyundai yên Koreya Başûr tên. Di van wesayîtên li ser bingeha pîşesaziya montajê hatine çêkirin pîvan ev e: Ya girîng ew e ku ji derve ve xweş bê dîtin, wekî din ne girîng e.
Li gorî daneyên Midûriyeta Gumrukê ya Herêma Kurdistanê di sala 2012'an de 164 hezar wesayît hatine kirîn. Li Hewlêra nifûsa xwe zêdeyî 2 mîlyon e, 800.000 wesayît hene. Otobus, metro yan jî tren, ku ji bo ragihandina civakê gelekî girîng in, nînin.
DI BAZARÊ DE SERDESTIYA BIYANIYAN
Temamiya alavên elektronîk û teknolojîk ji derve tên. Piraniya van jî ji Japonya û Çînê tên. Beşeke girîng a kincan ji fîrmayên Tirk e. Li bazarê kotên bi motîfê 'Polat Alemdar' tên firotin. Di qumaş de serkêşî ji aliyê koreya Başûr ve tê kirin. Mînakeke trajîkomîk: Pêşengê gûzan Amerîka ye. Gûzên organîk ên li Kurdistanê tên hevdan û ji cihên cuda re tên firotin. Di berdêla wê de jî gûzên Amerîka yên erzan, bêtehm û li Tirkiyeyê salekê li cihekî maye, tên anîn. Û bi navê 'gûzê Amerîkî, derece yek' tên firotin. Hûn li gûzên Kurdistanê bigerin jî nikarin bibînin.
BAZAR JI ALIYÊ TIRKAN VE HATIYE DAGIRKIRIN
Rêyên li Başûrê Kurdistanê bi TIR'ên ji Îran û Tirkiyeyê tijî ne. Mîna Zer Group, Altunkaya Group, Altunsa Gıda, Nurhas Company, Cihan Motors, İnci Holding, Karadeniz Holding, Pet Holding, Türkerler Holding, Gürbağ Grup, Eksen İnşaat, Tepe İnşaat, Genel Energy, Öz Midyat, Ülker, Koç, Arçelik, Beko, Can, İstikbal, Merinos, Enka, Çalık herî mê 1500 frîmayên Tirk ketine nava Başûrê Kurdistanê. Ji înşaetê heta tekstîlê, ji xwarinê heta mobîlya, eşyayên spî û bikaranîna hotelan, heta petrol û gaza xwezayî, her der ji aliyê fîrmayên Tirk ve hatine dagirkirin. Bankayên Ziraat Bankası, Halkbank, Vakıfbank, İş Bankası û Albaraka karê fîrmayên Tirk fînase dikin. Bandora Îranê li bazara Başûrê Kurdistanê di asteke ku bi Tirkiyeyê re hevrikiyê dike de ye. Li hin herêmên Behdînan û herêmên Soran, her çend hatibin parvekirin jî her du dewlet di nava hilberîn û firotineke mezin de ne.
CIWAN DIXWAZIN KOÇ BIKIN
Beşeke girîng a nifûsa Başûrê Kurdistanê ji ciwanan pêk tê. Ji ber krîzê, şert û mercên heyî û bêkariyê ciwan ketine nava rewşeke bêhêvî. Hejmara yên dixwazin koç bikin gelekî zêde ye. Rebwar ê ji Silêmaniyeyê yê xwe amade dike derkeve derveyî welat dibêje, "Min xwend, baş e ji bo çi? Dema mirov bixwîne jî tiştek naguhere. Kar nîne. Gelek mirov êdî ji bo demê bibihurîne, dixwîne."
LI QADA PERWERDEYÊ PÊWÎSTÎ BI REFORMÊ HEYE
Di sîstema perwerdeyê ya li Başûrê Kurdistanê tiştekî xweş heye: Ji bilî dibistanên taybet û zanîngehan, hemû qadên perwerdeyê û materyalên wê bêpere ye.
Naveroka perwerdeyê di bin bandora rejîma berê ya Baas de maye. Piraniya materyalên perwerdeyê ji pirtûkên Erebî tercûmeyî Soranî hatine kirin. Lewma çavkanî kêm e. Ji bilî zanîngehên ji aliyê Bexdayê ve hatine naskirin, gelek zanîngeh hewl didin di asta standartên navneteweyî de perwerdeyê bidin, lê di qebûlkirina dîploma de pirsgirêk heye. Zanîngeha herî kevin Zanîngeha Silêmaniyeyê ye ku di sala 1968'an de hatiye avakirin. Navê xwe yê niha Zanîngeha Selahaddîn e) Ji 26 zanîngehên mayî 22 jê piştî sala 2003'an ava bûne. 11 jê li Hewlêrê, 8 li Silêmaniyeyê, 6, li Duhokê, 1 li Helepçeyê ye. Ji van 13 bi hikûmetê ve girêdayî ye, 13 taybet in. bi qasî 200 hezar xwendekar lê dixwînin. Hejmara mirovên di sala dawî ya perwerdeyê de qeyda xwe çêkirin tê gotin 32 hezar e.
Akademîsyenekî em pê re axivî got, "Qedandina perwerdeyê têrê nake. Eger referansa partiyên serdest nebe, ku divê ev jî bi têkiliyên şexsî be, wezîfedarkirin an jî dîtina kar, zehmet e. Lewma em nikarin qada wezîfedarkirineke bi rêk û pêk bikin."
SIBE
* Li Başûrê Kurdistanê rewşa jinê
* Medya heye, feyda xwe nîne
* Çand-huner