Li Şirnexê şer û bomberdûman berdewam dike
Li Şirnexê li hember herêmên berxwedanê bomberdûman berdewam dike, wesayîtên zirxî û çekên ku li ser avahiyên bilind bi cih kirine, taxên ku bend û xendek lê nîne didin ber guleyan.
Li Şirnexê li hember herêmên berxwedanê bomberdûman berdewam dike, wesayîtên zirxî û çekên ku li ser avahiyên bilind bi cih kirine, taxên ku bend û xendek lê nîne didin ber guleyan.
Dîsa li Taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdûyê yên ku bend û xendek lê nîne, cih bi cih şer pêk tên.
Li bajarê Şirnexê di bin navê “qedexeya kolanan” de êrîşên qirkirinê di roja 29. de bi bomberdûmanan berdewam dike. Li taxên ku bend û xendek lê tinene jî cih bi cih şer diqewimin.
23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, Tugaya Jendermeyan a Çakirsogutê, bi tank, top û obusên li ser rêya Sîn û Ber û li navenda Gumuştepeya ku weke navenda tîmên taybet bi cih kirine, taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Taxa Yeşîlyûrt bê navber bomberdûman dike.
Li taxên Yeşîlyût û Gazîpaşa ku dikeve dawiya 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, li taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdûyê yên ku bend û xendek lê nîne, cih bi cih şer pêk tên. Taxên ku bend û xendek lê nîne bi çekên A-4 û bi yên li ser avahiyên bilind hatine bicihkirin tên gulebarandin.
Li bajar tevahiya rojê tevgera ambûlansan kêm nebû; hat dîtin ku gelek ambûlans çûne tumenê û ji tumenê helîkopter rabûne. Di vê navberê de jî li bajar sewqiyata leşkerî jî berdewam dike. Ji Cizîrê ve konvoya leşkerî ya ku ji 20 wesayîtan pêk dihat hat dîtin ku çûne tumenê.
Li aliyê din Abdullah Gungen ê ku di ketina Silopiyayê de hatibû binçavkirin û şandibûn Edliyeya Şirnexê jî ji dadgehê ve hate berdan.